Yên ku hatin binçavkirin çi jiyan dikin?

Rêxistinên mafê mirovan û hiquqnas, îxlalên di derbarê kesên ku di dema Rewşa Awarte de hatin binçavkirin kirin, bi awayekî rapor amade kirin.

Rêxistinên parazvanên mafên mirovan ên wekî ÎHD, OHD, TİHV, tekîldari binpêkirina mafên mirovan ên piştî Rewşa Awarte rapor amade kirin û parve kirin. Parazvanên mafên mirovan têkildarî piştî îlankirina Rewşa Awarte ya 20'ê tîrmehê daxuyanî da. Nûnerên parazvanên mafên mirovan rapor li Şaxa ÎHD'ê ya ya Stenbolê parve kirin.

Prz. Zeynep Ceren Boztoprak, rapor aşkere kir û diyar kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte li zindanên Tirkiye binpêkirina mafên mirovan derketiye asta herî jor û wiha got: "Bi taybetî piştî îlankirina Rewşa Awarte û biryarên KHK'ê pêvajoya binçavkirinê derxistin 30 rojan. Bi van pêkaninan dîsa îşkence ket meriyetê. Em dîsa dibin şahid ku zext û zordarî di bin çavan de zêde bûne. Pêkanînên salên 1990'an ji nûve dikevin meriyetê û dubare dibin. Mafê parastinê ya di bin çavan de ji destê girtiyan hatiye stendin. Demek dirêj li Kurdistanê Rewşa Awarte di meriyetê de bû. Em dibînin ku dîsa hemû pêkanîn dubare dibin.

LÊPIRSÎNA TAYBET

Boztoprak, destnîşan kir ku êdî bi navê sohmet û mulakatê kesên li midûriyeta polîsan tên binçavkirin di lêpirsînê re derbas dibin. Weki ku qanûnê destur dabe wan bi navê mulakat û sohbetê di lêpirsînê re derbas dikin. Ev li dijî usûla darizandinê ye. Hin muwekilên me hene 17 rojin di bin çavan de ne. Em tenê 2 deqeyan bi wan re axivîn. Di demên din de me xwest bi wan re hevdîtin bikin gotin 'Ne li vir in' û em paşve şandin. Di bin çavan de rastî gefên tecawizê, tundî û zextan tên. Gotin û daxuyaniyên 14 kesên di bin çavan de hemû nêzî hevin. Muwekilê me yên diçin nexweşxaneyê nikarin bi doktor re hevditin bikin. Zarokên 7 salî jî bi gefa wê wan bidin SHÇEK'ê 24 rûpel îfadeya wan hatiye girtin. Li gel parêzerên wan ên taybet heye jî dîsa parêzeran ji baroyê dixwazin. Di bin çavan de rêgezên Rewşa Awarte jî tê binpêkirin û mafê parastina di bin çavan de jî tê astengkirin.

LI QEREQOLÊ MUAYINE KIRIN

Nûnera THİV'ê ya Stenbolê Amit Efe jî diyar kir ku Tirkiye peymana mafên mirovan a Stenbolê îhlal kiriye û wiha got: "Em dibînin ku piştî Rewşa Awarte doktoran tînin nezaretxaneyan. Xebatkarên Ozgur Gundemê yên hatin binçavkirin li qereqolê hatin muayinekirin. Em bang li kesên rastî muameleyê xerab hatine dikin ku bên serî li me bidin."

Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Stenbolê Sinan Zincir jî anî ziman ku binçavkirina 30 rojan îşkenceya herî mezin e û xwest kesên rastî îşkenceyê tên teqez serî li THİV'ê bidin.

Endama ÎHD'ê Mine Nazarî jî anî zima ku ew wê li dijî êrîşan di ber xwe bidin û mafên mirovan biparêzin.