Yên ku di 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn

Yên ku di 1’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dan tên bibîranîn

Karker û kedkarên di Yekê Gulana 1977’an de jiyana ji xwe dest dan li Kazanci Yokuşu hatin bibîranîn. Di bîranînê de hat gotin ku, ew careke din di 1’ê Gulanê de li Taksîmê ne.

Kedkar û karkerên li Gumuşsuyu hatin cem hev pankarta ‘Bijî 1’ê Gulanê’ vekirin û dirûşmeyên ‘şehîdên 1’ê Gulanê nemirin, bijî 1’ê Gulanê’ qîrkirin û heta Kazanci Yokuşu meşiyan. Endamê lijneya Rêveberiya DÎSK’ê Alî Riza Kuçukosmanoglu, serokê Belediye-Îş ya Stenbolê ya Hejmar 2 Hasan Gulum û endamê ESP MYK Beycan Taşkiran jî tevlî bîranînê bûn. 36 kedekarên di 1’ê Gulana 1977’an û karkerên di 1886’an de li Amerîkayê hatin darvekirin hatin bibîranîn.

DI 1’Ê GULANÊ DE EM LI TAKSÎMÊ NE

Serokê giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen  got kesê 1’ê gulanê qedexe dikin, aliyên ku komkujiyên tarî vedişêrine. Ozgen got ligel ku kujer tê zanîn jî nayê cezakirin û got: “Em karker û kedkar bi berpirsyariya ku divê ev komkujî bê ronîkirin re rû bi rûne. Hewil tê dayîn ku 1’ê Gulanê li karkeran bigirin. Lê em di 1’ê Gulanê de dê li Taksîmê bin. Emê hesabê 1’ê Gulanê a 1977’an bipirsin.

BIBÎRANÎNA WAN XWEDÎ LI DÎROKÊ DERKETINE

Sekterê giştî yê DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu jî axivî û got. “Bibîranîna wan kesan, xwedî li derketina vê dîrokê ye. Qada Taksîmê bi hin hincetên teknîk li kedkaran digrin. Ev biryareke siyasiye. Ger astengiyeke fîzîkî hebûya dê  di 24 saetan de ev çareser bikirana. Em dê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin.”