Yên ji SS Ay îşkence dîtine di grêva birçîbûnê de ne
Yên ji SS Ay îşkence dîtine di grêva birçîbûnê de ne
Yên ji SS Ay îşkence dîtine di grêva birçîbûnê de ne
Komek ji şefê "Têkoşîna li dijî Terorê" ya Emniyeta Stenbolê Sedat Selîm Ay îşkence dîtiye li paytexta Belçîka Brukselê dest bi grêva birçîbûnê kir. Çalakgeran duh bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi grêva birçîbûnê kirin û xwestin SS Ay ji wezîfeyê were girtin û bê darizandin.
Çalakgeran, ji bo doza li dijî ETHA'yê bi sedema weşandina nameyên mexdûrên îşkencê lê hat vekirin û dê di 7'ê Cotmehê de bê dîtin, banga hişyarî û berpirsyariyê kirin û bang li hikûmeta Tirk kirin ku polîsê kujer SS Ay bê darizandin.
Mexdûrên îşkencê li Brukselê li lokala BKG ya AvEg-Kon'ê dest bi grêva birçîbûnê kirin û dê heta 7'ê Cotmehê çalakiya xwe dewam bikin. Mexdûran bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga hişyarî û berpirsyariyê kirin. Çalak di heman rojê de çûn serdana Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal û der barê grêva birçîbûnê de agahî parve kirin. Kartal da xuyakirin ku ji bo serketina çalakiyê, çi ji destê wî were ewê bike.
Di dema çalakiyê de, çalakger Ayşe Yûmlî Yeter, Sûna Gol, Duzgun Akyol, Dogan Şahîn, Sabahat Akbaba û Gulten Yavûz, tevî parlamenter û saziyên cuda, dê ji bo piştgiriyê biçin serdana gelek saziyan.
Mexdûrên îşkencê wê di 7'ê Cotmehê de li ber Parlamenta Ewropayê çalakiyeke girseyî lidar bixin û nerazîbûna xwe ya li dijî doza li hemberî ETHA'yê nîşan bidin, ku dozê wê di heman rojê de destpê bike.
Mexdûrên îşkencê yên bi daxuyaniyeke çapemeniyê dest bi grêva birçîbûnê kirin ragihandin ku ew di demên cuda de hatine binçavkirin û rastî îşkenceya SS Ay û ekîba wî bûne. Çalakgeran xwestin SS Ay bê darizandin û banga beşdariyê li mîtînga xwe ya 7'ê Cotmehê kirin.