Yekitiya Star qetilkirina jinan şermerzar kir

Yekitiya Star qetilkirina jinan şermerzar kir

Yekitiya Star li pêşiya Mala Gel a taxa Qenat Siwîs a bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina qetilkirina du jinan di bin navê namûsê de çalakiyek li dar xist.

Bi armanca şermezar kirina qetilkirina du jinan bi ser navê namûsê rêxistina Yekîtiya Star li pêşiya Mala Gel a taxa Qenat Siwîs a bajarê Qamişlo çalakiyekî lidarxist. Di çalakiyê qetilkirina jinan bi ser navê namûsê hate şermezar kirin û daxuyaniyek ji raya giştî re hate xwendin, têde wiha hate gotin: “Em wekî rêxistina Yekîtiya Star li bajarê Qamişlo, qetilkirina jinan û îşkenceya li ser wan bi tundî şermezar dikin.” Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku jin li Rojavaya Kurdistan ji bo maf, azadî û demokrasiyê çek hildaye û wiha hate gotin;  “Di demekde jin li Rojavaya Kurdistanê de ji bo welat, azadî, demokrasî û wekheviya gelan çek hilgirtiye û têkoşînekî bêhempa nîşand dide em agahiya kuştina du jinan li ser navê namûsê gişt me. Di demek wiha de kiryarên ne mirovane û dervî hemû nirxine.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin; “Em di rêxistina Yekîtiya Star de qetilkirina jinan û îşkenceya li ser wan di bin navê namûsê de bi tundî şermezar dikin. Ji ber ku jin ne namûsa ti kesî ye û ne milkê ti kesî ye.”