Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mûstefa Malçok û Şehîdên Garê daxuyaniyek nivîskî da û di derbarê çalakiyên li Mêrsîn û Enqereyê de ev diyar kir:
“13’ê Sibatê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mûstefa Malçok li dijî rawesgeha wesayîtan a emniyeta Toroslar a navçeya Mêrsînê bi molotofan çalakiyek lidar xistin. Polîsên ku hatîn cihê bûyerê derdor xistin dorpêçê, ziyan û xesara ku çêbûyî baş ne hate zanîn.
19’ê Sibatê ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Garê bi molotofan çalakiyek li dijî Kargeha Ûlûsoy Hirdavat a hevkarê AKP’ê ya ku li taxa Yeşîl Bayir a Mamaka navçeya Enqereyê çalakiyek hate lidarxistin. Di dema çalakiyê de 2 wesayîtên ku li wir rawestabûn şewitandin û bûn xwelî.”