Yekîneyên Tolhildanê li Amedê li polîsan dan

Yekîneyên Tolhildanê li Amedê li dijî polîtên Tirk çalakiyek kirin.

Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Nûman Amed û Şehîd Sakîne Cansiz li Amedê çalakî kirin.

Yekîneyan li ser çalakiyan ev agahî da:

“21’ê Cotmehê li navçeya Farqîn a Amedê di saetên şevê de 3 çalakî hemwext hatin kirin.

21’ê Cotmehê li li dijî polîsên tîmên taybet û yên narkotîkê yên li devera baxçeyê Ziraat a Taxa Tekel a Farqînê lêgerîn dikirin bi çekên ferdî û bombeyên destan ên bi bandor çalakî hatiye kirin. Di vê çalakiyê de gelek polîs birîndar bûne û ambûlans hatine cihê bûyerê.

212ê Cotmehê di saetên şevê de li Taxa Mescîtê li dijî wesayîta zirxî ya dewriye digeriya bi bombeyên destan ên bi bandor çalakiyek hatiye kirin. Di encama çalakiyê de hêzên dagirker gule bê serûber li derdor reşandin û reviyan.

21’ê Cotmehê li dijî polîsên ku li Konga Azîzoglû ya Farqînê bicih bûbûn, çalakiyek bi bombeyên destan ên bi bandor kirin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî-birîndar ên dijmin nehate zelalkirin.

Heta fîzîkî Rêber Apo û gelê xwe azad nekin, ti çalakî em têr û serketî nabînin. Serketina herî mezin azadiya Rêber Apo û gelê me ye.”