Yekîneyên Tolhildanê her roj çalakiyan dikin

Yekîneyên Tolhildanê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li hêzên desthilatdar, faşîstan, firoşkarên narkotîkê û hevkarên wan çalakî li dar xistin.

Yekîneyên Tolhildanê meha Cotmehê li dijî hêzên AKP-MHP'ê û hevkarên wan çalakî li dar xistin. Têkildarî çalakiyan ev daxuyanî hate dayin:

WAN

"Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Dersim li Wanê li hêzên dewleta Tirk û hevkarên wan xist. Di navbera 1-24'ê Cotmehê de li dijî hêzên dewletê, çeteyên faşîst û saziyên wan çalakî hatin lidarxistin. Yekîneyên ku li nokeran xistin wesayitên polîsan jî îmha kirin.

BEDLÎS

Yekîneyên Tolhildanê li Bedlîsê li gel nivîsandin û karê afîşê her wiha bi bombeyên deng çalakî lidarxistin, hêzên faşîst ceza kirin.

AMED

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Delal Amed li dijî polîs, leşker, cerdevan û talankeran çalakî kirin. Çalakiyên ku di destpêka mehê de dest pê kirin heta 27'ê Cotmehê dewam kirin.

ÊLIH

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Seyît Garzan-Şehîd Mordem Makû ji 4'ê Cotmehê heta 23'ê Cotmehê li wesayitên qeyûmên talanker xistin, tacizkar ceza kirin. Firoşkarên narkotîkê û hêzên AKP-MHP'ê bûn hedefa yekîneyan.

EDENE

Li Edeneyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Dilovan Kobanê li hêzên dewletê û faşîstan xist. Yekîneya ku bi bombeya deng çalakî li dar xist, ji destpêka mehê heta 21'ê Cotmehê çalakiyên xwe dewam kir.

MERSÎN

Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Ronahî Rûken û Şehîd Çekdar Amed li Mersînê çalakiyên xwe dewam kirin. Yekîneyan ji 5'ê Cotmehê heta 26'ê Cotmehê li faşîstan, firoşkarên narkotîkê û hevkarên wan xistin.

AGIRÎ

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Şerzan Cûdî ku li Agiriyê çalakî li dar xist, ji 6 heta 24'ê Cotmehê li dijî firoşkarên narkotîkê faşîstên MHP'î çalakiyên cezakirinê pêk anî.

SÊRT

Yekîneyên Tolhildanê li Sêrtê di navbera 6-17'ê Cotmehê de dirûşm nivîsandin. Yekîneyan 19'ê Cotmehê jî li dijî firoşkarên narkotîkê çalakî pêk anîn.