Yekîneya Tolhildanê li 4 baranan çalakî kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî li Stenbol, Îzmîr, Êlih û Amedê çalakî kirin.

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bargiran Erkendî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çawa ku çiya ji bo faşîstan bû goristan, kolan, tax, navçe û bajar jî wê bibin goristan.”

Yekîneyê bang li ciwanan kir ku têkoşînê li her derê mezin bike û wan li Esenyûrt a Stenbolê hevkarek tevî bi dehan carî hişyar kirine, lê dîsa li gel dagirkeran cih girtiye ceza kirine.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “24’ê Nîsanê li Kadîfekala ya Îzmîrê ciwan meşiyan e, afîş û nivîs nivîsandine.

Li Êlihê jî li dijî tecrîdê li Taxa Gapê li dijî du hevkar û polîsan bi çekên ferdî çalakiyek hatiye kirin. Di vê çalakiyê de kuştî û birîndar nehatine zelalkirin.

Li gel van li ser rêya derve tekstîlek ya AKP’iyan hatiye şewitandi9n.

Li semta Ben û Sen a Şehîdlik a Amedê ciwanan bi dirûşmên ‘Li çiyan negere Apoyî li her derê ne’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Ciwan fedayê Apo ne’ meşiyan.