'Yekîneya Tolhildanê' bersiv da tundiya polîsan a li Wanê

Komek bi navê "Yekîneya Tolhildanê ya Şehît Çekwar Çûbûk" ragihand, ku li dijî tundiya polîsên Tirk a li Wanê wan li navçeya Peyasê çalakiyeke bersivdanê pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku şeva Çarşemê saet 22'an li navçeya Peyas a Amedê li taxa Hûzûrevlerî çalakiyek hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, mînîbuseke AKP'iyan ku bi 200 metreyî nêzî Avahiyên Polîsan bû hate şewitandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev çalakî ji bo bersivdana tundiya polîsên Tirk a li Wanê hate kirin ku polîsan fîşekên plastîk berdan serê ciwanan ên li Stenbolê û li qehwexaneyeke li Wanê hewl dan ciwanan lînç bikin.