Yekane deriyê li aşitiyê nehate girtin: Îmrali

Yekane deriyê li aşitiyê nehate girtin: Îmrali

KCK’ê roja 25’ê nîsanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bersivê da banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo vekişînê. Pêngava dawî ya Ocalan ev 14 sal in di çarçoveya pêvajoya çareseriya demokratîk a bi aşitiyane de diavêje, ji aliyê KCK’ê ve bê bersiv nehate hiştin. Niha jî awir vegeriyan ser roja 8’ê gulanê.

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevgera azadiya gelê Kurd ev du car in derdikeve derveyê sînorê bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê.  KCK’ê di daxuyaniya xwe ya li Qendîlê de da zanîn ku 8’ê gulanê vebikişin. Bi vî awayî tevgera Kurdan ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêngava herî girîng avêt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo pirsgirêka Kurd bi awayeke aşitiyane çareser bibe, gelek hewl da. Ocalan piştî 15’ê sibata 1999’ê anîn Tirkiyeyê, darizandina wî bi qasî mehekê berdewam kir û roja 25’ê hezîrana 1999’ê de bi cezayê îdamê hate mehkûmkirin. Lê di çarçoveya qanûnên hevsengiyê yên Yekitiya Ewropayê (YE) ceza veguherî cezayê heta heta.

AGIRBEST Û HATINA DU KOMÊN AŞITIYÊ

Ocalan piştî bidawîbûna dozê 2 me piştre 1’ê Îlona 1999’ê careke din agirbest ragihand. Agirbest 5 salan berdewa mkir û PKK’ê di wê demê de bi fermana ocalan hêzên xwe paş ve kişand. Mehek piştî agirbestê 1’ê cotmeha 1999’ê, ji bo nîşandana niyeta xwe ya baş komeke aşitiyê ji Qendîlê hate Tirkiyeyê. Piştre 29’ê cotmeha 1999’ê komeke din a aşitiyê ji Ewropayê hate Tirkiyeyê.

PAŞVEKIŞÎNA YEKEMÎN

Piştî ku PKK’ê 1999’ê biryar paşvekişînê da, hêzên gerîlayan bi komên qelebalix dest bi vekişînê kirin. Lê artêşa Tirk li dijî gerîlayên PKK’ê yên ku dixwestin ji bo aşitiyê biçin derveyê sînor operasyon pêk anîn û di encamê de li gorî çavkaniyên dewletê 200 gerîla, li gorî çavkaniyên PKK^ê jî nêzî 500 gerîlayan di bombebaran û operasyonan de jiyana xwe ji dest dan. Li gel van windahiyên giran, Ocalan agirbest lîan kir, deklerasyona aşitiyê, nexşerê û ji bo çareseriyeke mayinde gelek hewl da.

AGIRBESTÊN JI BO ÇARESERIYÊ

PKK’ê cara yekemîn agirbestsê 20’ê adara 1993’yê ragihand. Beriya Ocalan di encama komployeke navneteweyî de bînin Tirkiyeyê, PKK’ê salên 1993, 15’ê berfanbara 1995 û 1’ê Îlona 1998’ê 3 caran agirbest îlan kir. Piştî ku Ocalan anîn Tirkiyeyê roja 1’ê Îlona 1999’ê agirbesta çaremîn ragihand. Ev agirbest 5 salan ango heta 1’ê hezîrana 2004’ê berdewam kir. PKK’ê aşkere kir “Hukûmeta AKP’ê ji ber ku li hemberî pirsgirêka Kurd bê deng maye, ji ber şert û mercên girtîgeha Ocalan tê de ye û operasyonên leşkerî” agirbest bi dawî bûye. Li gel vê pevçûn ji nû ve dijwar bûn û roja 1’ê cotmeha 2006’ê Ocalan ket navberê û agirbesta 5’emîn ragihand. Lê ji ber operasyonên dewletê agirbest bi dawî bû.

KCK’ê roja 13’ê nîsana 2009 li ser esasê “parastina rewa” agirbest îlan kir. Ev ragihandina agirbestê ya yekalî agirbesta 6’emîn bû. Lê hukûmeta AKP’ê hema piştî vê agirbestê 14’ê nîsana 2009’ê operasyonên di bin navê “KCK” de da destpêkirin. Operasyon her ku çû li hemberî siyaseta Kurdan belav bû. AKP di pêvajoya çar salan de bi hezaran hilbijart, parlementer, şaredar, endamên meclîsan, jin, zarok û bi hezaran kes girtin û bi vî awayî bersiv da hewldanên ji bo aşitiyê.

HEWLDANA KOMA NÛ YA AŞITIYÊ

Her çendî evqas hewldanên Ocalan ên ji bo aşitiyê hatin sabotekirin jî, lê ji bo koma sêyemîn a aşitiyê hewl da û bang kir ku du komê naşitiyê bên Tirkiyeyê. Vê carê jî PKK’ê bersiveke erênî da û komeke ji Qendîl û ya din jî ji Mexmûrê bi giştî 34 kes roja 19’ê cotmeha 2009’ê di deriyê Xabûr re derbas bûn.  Ev komên aşitiyê bi awayeke bi heybet hate pêşwazîkirin û vê carê dewletê vê yekê weke “skandal”, “şow”, “hewla sabotekirina aşitiyê” bi nav kir. AKP’ya ku ji bo çareseriyê tu projeya wê tune bû, bi fikara hilbijartinê careke din pêvajoyê xetimand. Ocalan roja 27’ê gulana 2011 bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk anî û got: “Ez li benda ronahiyeke kesk im. Ger em encamê bigirin dê ji 15’ê tebaxê ve pêvajoyeke nû dest pê bike.” Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî aşkere kir ku ji ber polîtîkaya hukûmeta AKP’ê êdî tu wateye pêvajoya bêçalaktiyê nemaye.

NEXŞERÊ

Ocalan ji bo pêvajoya ku AKPê di bin navê “pêşîlêvekirinê” de dabû destpêkirin vebiguhere pêvajoya çareseriyê dîsa ket dewrê. Nexşerêya çareseriyê ku amade kiribû roja 15’ê tebaxa 2009 da rêveberiya girtîgehê.  Lê piştî salek û nîv ev nexşerê nû hate aşkekirin.

Hukûmeta AKP’ê ku li aliyekê hewl dida bi girtinê tevgera siyasî ya Kurdan tune bike, li aliyeke din jî pêvajoya ku jêre digot ‘pêşîlêvekirina Kurd” veguherand, pêvajoya “projeya yekitiya millî û biratiyê” û xwest bi vê yekê çareseriya xwe ferz bike. Li hemberî polîtîkayên şerxwaz ên AKP’ê 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdor kirin.  Greva birçîbûnê piştî 68 rojan bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku di tecrîdê de bû bi dawî bû.

PIŞTÎ GREVA BIRÇÎBÛNÊN HATINÛÇÛNA HEVDÎTINAN

Piştî greva birçîbûnê, daxwazên ji bo ji nû ve destpêkirina hevdîtinên Osloyê ku bi dawî bibûn, gelek zêde bûn. Ji bo vê yekê berfanbara 2012’ê aşkere bû ku heyeteke MÎT’ê çûye Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiriye. Roja 3’yê çileya 2013’ê Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk û Parlementera BDP’ê Ayla Akat Ata çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Ahmet Turk piştî hevdîtinê got: “Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê bi biryar e. Min vê yekê dît. Ez di wê baweriyê de me ku xwe ji bo vê pêvajoyê baş amade kiriye” û got ku Ocalan ji bo tevkariyê amade ye. Piştre heyetên din ên BDP’ê çûn Îmraliyê.

625 ROJ IN PARÊZER NIKARIN HEVDÎTINÊ BIKIN

Ji roja ku parêzeran dest bi hevdîtinê kir û vir ve, cezayên disiplînê û lêpirsîn dest pê kirin. Her roj ji bo astengiya hevdîtinê hincetên weke “rewşa hewayê” û “koster xirabe ye” tên nîşandan. Ev pêkanîn di sala 2008 de 120 rojan berdewam kir û Ocalan li rastî cezayê hucreyê hat û nekarî bi mablata xwe re jî hevdtîtinê bike. Ocalan herî dawî 27’ê tîrmeha 2011 hevdîtin kir. Ji 27’ê tîrmeha 2011 ve parêzer nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Lê ji wê rojê heta niha MÎT û şandeyên BDP’ê diçin Îmraliyê û hevdîtinê dikin.  Dîsa 22’yê mijdara 2011 di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK” de li hemberî siyaseta Kurdan pêk hatin de gelek parêzerên Ocalan hatin girtin.

PÊVAJO DÊ PIŞTÎ HILBIJARTIN Û MAEKQANÛNÊ ZELAL BIBE

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi bandora nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê, hilbijartinên herêmî û pêvajoya makeqanûna nû got “bila çek bêdeng bibin û fikir biaxivin” û bi vî awayî di pêvajoya nû de rol girt. Bi înîsiyatîfa Erdogan Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan çend caran çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinan pêk anî. Tê zanîn ku Ocalan di van sê salên dawiyê de zêdetirê 20 caran bi şandeyên dewletê re hevdîtin kiriye. Bi vê hilbijartin û pêvajoya makeqanûnê dê helwesta AKP’ê jî aşkere bibe.

Piştî hevdîtinên li Îmraliyê 21’ê adarê Ocalan aşkere kir ku ew pêvajoyeke nû dide destpêkirin. Ocalan bang li KCK’ê kir ku hêzên xwe vebikişîne derveyê sînor. Pêngava herî şênber a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî hev bû. KCK’ê beriya sê rojan bersiva vê yekê da û biryar da ku ew ê 8’ê gulanê hêzên xwe vebikişînin.

AWIR VEGERIYAN SER 8’Ê GULANÊ

Tevgera Kurd ku ji bo paşvekişandina duyemîn biryar da, di mijara vekişînê de xwest hukûmet bikeve dewrê û ji bo vekişînê qanûn derbixe. Hukûmetê komîsyon û Komîsyona Aqilmendan ava kir û kêm be jî pêngav avêt. Serokwezîr da zanîn ku pêwîstî bi biryara Meclîsê tune ye û ragihand ku hukûmet berpirsyartiyê digire ser xwe. Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan jî di civîna çapemeniyê ku 25’ê nîsanê li Qendîlê hate lidarxistin got: “Hêzên me yên gerîla, bêyi ku rê bidin tu pevçûnan, dê bi însiyatîfa xwe rêyên ku heta niha bi kar dianî, bi wan rêyan careke din  bi awayeke rêxistinkirî û disiplîn vebikşie derveyê sînor” û ciddiyeta aliyê Kurdan bi vî awayî nîşan da. Tevgera Kurd ji bo pêvajo bi awayeke lezgir bi rêve biçe û aşitiyeke mayinde çêbibe, dixwaze ku bi awayeke yekser bikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.  Niha çavên her kesê vegeriyana ser paşvekişîna gerîlayan ku dê ji 8’ê gulanê ve dest pê bike.