Yedîgol piştî êşkenceyê hate windakirin

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nusrettîn Yedîgol pirsîn ku dema destgîrkirî êşkence lê hatî kirin û piştre hatî windakirin.

Dayikên Şemiyê di hefteya 837'an de li aqûbeta Nûrettin Yedîgol pirsîn, ku Yedîgol ev 40 sal in nebedî ye. Muzaffer Yedîgol, anî ziman  yên ku birayî wî nebedî kirine û vê zilmê bi wan didin jiyîn ne îmana wan heye û ne jî tirsa wan ji xwedê heye. 
 
Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin û li aqûbeta kesên ku hatine nebedîkirin bipirsin, di hefteya 837’an de çalakiya şemiyê li ser medya civakî berdewam kirin. Dayikên Şemiyê ji ber hêla (pandemî) vîrûsa koronaYê vê hefteyê jî bi rêya vîdeo li ser medya înternetê parve kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Nûrettîn Yenîgol pirsîn, ku 10'ê nîsana 1981’an, polîsan li İdealtepe ya Stenbolê bi ser mala wan  de girtin û ew destgîr kiribûn. Piştî ku polîsan Nurettin Yedîgol li malê destgîr kirin û birin, careke din agahî jê nehat girtin. 
 
Dayikên Şemiyê ewil Zeycan Yedîgol a di mijdara 2020’an de dema li aqûbeta kurê xwe Nûrettîn Yedigol digeriya û jiyana xwe ji dest da bibîr anîn. 
 
Ewil birayê Nurettin Yedîgol, Muzaffer Yedîgol, pirsî û xwest kesên birayê wî winda kirine bên dîtin û cezakirin. Yedîgol, anî ziman ku heta encam bistînin dê têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha got: "Hemû delîl û şahid belî ne. Li gel hemû delîlan hêj aqûbeta birayê min ne diyar e. Em tu carî dest ji têkoşina xwe bernedin." 
 
Xwişka Nûrettîn Yedîgol Sevîm Yedîgol jî anî ziman ku 40 sal in aqûbeta birayê xwe dipirsin, lê tu carî heviya wan ne şikestiye. Kesên vê zulm û êşê bi me didin jiyandin, ne dînê wan heye û ne jî tirsa wan ji xwedê heye. Em tenê hestiyên xizmên xwe dixwazin. Dayika min dilbikul çû. Bavê min ji ber vê yekê krîzê lê da. Em ê ji bo êşa 40 salan têkoşîna xwe ya lêgerînê berdewam bikin.