YE: Tirkiyeyê endamtiya xwe nepêkan kir
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Hahn diyar kir, Tirkiye ya ku azadiya çapemeniyê sînordar kirî û pir kesan binçav dike krîterên endamtiya Ewropa binpê kiriye.
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Hahn diyar kir, Tirkiye ya ku azadiya çapemeniyê sînordar kirî û pir kesan binçav dike krîterên endamtiya Ewropa binpê kiriye.
Endamê Komîsyona Ewropayê yê ji Berfirehbûnê Berpirsyar Johanned Hahn têkildarî aqûbeta muzakereyên endamtiya Tirkiyeyê axivî. Hahn, ji Reutersê re axivî û got: "Niha bi kêmanî her kes hemfikr e ku Tirkiye ji perspektîfa Yekîtiya Ewropayê (YE) dûr dikeve. Xala navendî ya têkiliyên me dive tiştekî dî be. Divê em binerin bê ka di siberojê em dikarin çi bikin, em dikarin dest bi hevkariyeke dî bikin yan na."
Hahn diyar kir, hevdîtinên aborî ku li gorî muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re ku diviya bihatana kirin ji Çileya bihurî ve nehatine kirin.
'ÇAPEMENÎ NE AZAD E, BI GIRSEYÎ TÊNE BINÇAVKIRIN'
Hahn got, sînordarkirinên di mijara azadiya çapameniyê de û binçavkirinên girseyî û bertengkirina qada sivîl ji bo endamtiya YE ya Tirkiyeyê pêkanîna krîteran niha hema bibêje nepêkan kiriye. Hahn diyar kir, rêgezên Ewropayê nayên 'muzakerekirin' û got, "Rewşa têkildarî mafê mirovan nikare ji muzakereyan were qutkirin."
HELWESTA LI DIJÎ 'DEMOKRASIYA BI TÎPA TIRK'
Hahn têkildarî 'demokrasiya bi tîpa Tirk' jî got: "Versiyona demokrasiyê ya bi rengê Tirk nîn e. Tenê rengekî demokrasiyê heye. Gelê Tirk di mijara jiyana azad de bi Ewropiyan re xwedî heman mafan e."
Têkildarî pirsa berpirsyarbûna Ewropa ya heta deverekê ya ji tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin jî got Hahn got: "Kesek nikare bibêje sûcê min nîn e. Lê polîtîkayek her demê biryara dewleteke serwer e… Heke di serê we de vîzyoneke diyar hebe, zor e ku bi rengekî watedar dest lê were dayin."
'JI BO ZELALKIRINA STATÛYA TIRKIYEYÊ'
Hahn herî dawî got, "Ev reform ne ji bo YE’yê lê ji bo qenciya welatiyên Tirkiyeyê têne kirin. Mesele ne xizmeta ji bo Ewropiyan e" û diyar kir, di destpêka sala pêş de ji bo zelalkirina statûya Tirkiyeyê wê raporekê bide dewletên endam ên Yekîtiya Ewropayê.