Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Peter Stano derbarê zextên li ser HDP’ê yên di dema dawî de zêde bûne daxuyaniyek da.
Stano ragihand: “Yekîtiya Ewropa; bi şeklekî cidî zextên li ser HDP’ê ango girtinên di demên dawî de, ji erkê girtina şaredarên hatinî hilbijartin û hewldanên ji bo rakirina mafê destnewerdanê parlementoyê yên wekîlan ku bi şêwazekê wek motîvasiyonekî siyasî be bi saz û karên dadweriyê tê pêşxistin û her diçe zêde dibe bi fikarin.”
Stano her wiha bal kişand li ser binpêkirinên mafan ên ji aliyê dewleta Tirk û wiha pêde çû: “Ev pêşketinane, Tirkiye biryara têkildarê serbest berdana Birêz Selahedîn Demîrtaş ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk neanî û bi sedan rayedarên hilbijartî û siyasetmedarên herêmî yên HDP’ê bi tawanbariyên terorê girtin vê rewşê nikare hêwir bike.
Divê her sûc û qebahetê ku tê îdîakirin bigrin prosedurekî yasayî û mafê destnewerdanê wan were parastin.
Pêwîste Tirkiye ku demek dirêje wek endamê Konseya Ewropayê û namzedê YE’ê ye li hemberî mafê mirov û serweriya huqûqê rêz nîşan bide, azadiya rêxistingeriya asiyasî jî di nav de sîstema xwe ya demokratîk biparêze.”