Xwîndariya 4 salan hat bidawîkirin

Xwîndariya 4 salan hat bidawîkirin

Li Ebexê xwîndariya ku ew 4 sal in di navbera eşîreta Etmanek û Entoyî de hebû bi navbenykariya BDP’ê bi dawî bû. 

Li navçeya Ebex a Wanê di navbera eşîreta Etmanek û Entoyî de xwîndariya ku destpê kir bi hewldanên Rêxistina BDP’ê ya Wanê û rûspiyên navçeyê bi dawî bû. Ji bo malbat li hev bên Parlamenterê Wanê yê BDP’ê Ozdal Uçer, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Ramazan Yildiz, Hevserokê Rêxistina Bajêr a BDP’ê Musa Îtah û Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî ku di nav hebû heyetek ferdên eşîreta Etmanekî ji gundê Salahne bi xwe re birin gundê Beydogan ê eşîreta Entoyî. Heyet ji aliyê ferdên eşîreta Entoyî ve hat pêşwazîkirin. Heyet ku derbasî cihê teziyeyê yê li gund bû, deqiqeyek rêz girtin û di axaftinan de kesên di lihevanîna malbatan de ked dabûn hatin pîrozkirin. Piştî xwarinê merasîma lihevanînê bi dawî bû.