Xwendekarên Mexmûrê xwe ji bo kongreyê amade dikin
Xwendekarên Mexmûrê xwe ji bo kongreyê amade dikin
Xwendekarên Mexmûrê xwe ji bo kongreyê amade dikin
Xwendekarên li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (kampa Mexmûrê) xwe ji bo kongreyê amade dikin.
Kongre wê di 2-3'ê Çileyê de pêk were û xwendekar wê li ser pirsgirêkên ciwanan bisekinin û rola ciwanan a di têkoşîna azadiyê ya Kurd de binirxînin.
Hat ragihandin ku dê kongre li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were lidarxistin û mijarên; xebatên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, xebatên Ocalan ên li ser esasê paradîgmaya demokratîk û ekolojîk a azadiya jinê bên nirxandin.
Di kongreyê de her wiha wê li ser pirsgirêkên ciwanan ên rojane û gelek mijarên din nîqaş bên kirin.