Xwendekarên li Mersînê ji dîktatoriyê re dibêjin 'NA'
Xwendekarên li Zanîngeha Mersînê dixwînin diyar kirin, zexta ku di dema xebatên referandûmê de li wan tê kirin, bi tena serê xwe nîşan didin bê çima dengê 'NA' pêwîst e.
Xwendekarên li Zanîngeha Mersînê dixwînin diyar kirin, zexta ku di dema xebatên referandûmê de li wan tê kirin, bi tena serê xwe nîşan didin bê çima dengê 'NA' pêwîst e.
Ji xwendekarên Zanîngeha Mersînê Denîz Akbiyik, Alî Mert Demîr û Recep Ozer bal kişandin ser girîngiya dengê 'NA' û gotin, eger dengê 'Erê' bi ser bikeve ti mirovekî demokrat wê nikaribe li vî welatê bistirê.
'ZEXTÊN DI DEMA XEBATA REFERANDÛMÊ DE LI ME TÊ KIRIN, GIRÎNGIYA 'NA' NÎŞAN DIDIN'
Denîz Akbiyik ragihand, ku ew ê di referandûmê de bêje 'NA' û işaret bi zextên di dema xebatên referandûmê de li xwendekaran tên kirin. Akbiyik diyar kir ev zext bi tena serê xwe nîşan dide bê çima dengê 'NA' girîng e.
Akbiyik anî ziman, ew dizanin bê pêşnûmeya destûra bingehîn û sîstema serokatiyê ya tê ferzkirin rê li ber dîktatoriyeke çawa vedike û destnîşan kir, weke ciwan ew ê li hemberî vê li ber xwe bidin. Akbiyik ragihand, ew ê xebatên xwe yên di vî warî de roj bi roj mezin bikin.
'EGER DÎKTA ŞEXSEKÎ BÊ, EM Ê NIKARIBIN LI ZANÎNGEHAN JÎ BISEKININ'
Akbiyik diyar kir, Tayyîp Erdogan ew xistine nava referandûmê, lê belê bi hêza polîsan zextê li mirovên xebata 'NA' dimeşînin, dike. Akbiyik got, "Divê her kes zor û zehmetiya vî karî ya di nava van şert û mercan de bibîne."
Akbiyik anî ziman, eger dengê 'Erê' bi ser bikeve, wê li zanîngehan jî êdî cihê wan nemîne û bang li her kesî kir, ku ji bo jiyaneke demokratîk bêjin 'NA'.
'SADDAM JÎ DÎKTATOR BÛ, TÊK ÇÛ; ERDOGAN JÎ WÊ TÊK BIÇE'
Alî Mert Demîr jî destnîşan kir ku sedema dayîna dengê 'NA', hilweşîn û kiryarên antî demokratîk ên AKP'ê di nava 15 salan de kiriye. Demîr bibîr xist ku Saddam jî dîktatoriyek bû û têk çû. Mert Demîr destnîşan kir, ku ew ê rê nedin Erdogan ku berpirsyarê hilweşîna li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û bajarên din ên Kurdistanê ye.
'EM Ê RÊ NEDIN DÎKTATORIYÊ'
Recep Ozer jî got, "Ez 21 salî me. Ji dema dayik bûme û vir ve ev desthilatdarî me bi rê ve dibe. Lê belê hê jî şer, birçîbûn û xizanî dewam dike. Ez xwendekar im, lê siberojek min nîne. Mehane 600 lîreyî didim kirê. Ti bendewariya min nîne. Desthilatdariyek ku siberojek radestî min nekiriye, niha ji min dixwaze ku ez dengê 'erê' bidim wan."
Ozer bang li hemû ciwan û xwendekaran kir ku teqez dengê 'NA' di referandûmê de bidin.