Xwendekaran ‘Şehîdên Pirsûsê” bibîr anîn

Xwendekarên Zanîngeha Mersîn, bi meşekê 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Xwendekarên Zanîngeha Mersîn, bi meşekê 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn.

Xwendekarên Zanîngeha Mersînê, 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi meşeke ji Fakulteya Fen Edebiyat heta Qada Cûmhûriyet bibîr anîn. Piştî meşa ku dirûşmên "Şehîdên Pirsûsê nemirin”, “Wê dewleta qatil hesab bide” hatin gotin, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

‘WÊ HESABÊ PIRSÛSÊ BÊ PIRSÎN’

Piştî meşê li ser navê xwendekaran Esra Guzel diyar kir ku bi komkujiyan wê îradeya gelê Kurd û ciwanên teslîm neyê girtin, yekîtiya gelên Tirkiyeyê bi komkujiyan nayê astengkirin.

Piştî daxuyaniyê xwendekarên ku derbasî kantîna Fakulteya Fen Edebiyat bûn, slayta ku wêne û dîmenên xwendekarên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane tê de temaşe kirin.