Xwendekara Fransî di şert û mercê giran de tê girtin

Xwendekara Fransî di şert û mercê giran de tê girtin

Xwendekara Fransî Elîsa Couvert di bûnerên prosteoya Gezî de di 11’ê hezîranê dehat binçvkirin, der barê wê de biryara dersînorkirinê hat dayîn û her wiha ev bi rojane ligel ku der barê wê de tu hincekete fermî nîne, di bin şert û mercên dijwar de dijî. Parêzera wê Gulîzar Tuncer diyar kir ku ev bi giştî pêkanînek keyfiye.

Parêzer Gulîzar Tuncer ji ANF’ê re axivî û got: “Biryara dersînorkirinê ji wê re hatiye ragihandin. Ji ber ku dawiya hefteyê ye, nizane ev biyar dê çawa bê pêkanîn.” Tuncer bertek nîşanê şert û mercên ku xwendekara Fransî têde ye da.

Der barê xwendekara 24 salî ku staja xwe nû li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) qedand û dildar dixebitî, di 15 hezîranê de derxistin dadgehê û beyî ku sûcdariyê bikin biryara serbestberdanê da. Elîsa Couvert pişt ji bo bê dersînorkirin birin Şaxa Biyaniyan a Kumkapi.

Elîsa li avahiya SDP’ê hatibû binçavkirin. Ligel biryara dadgehê serbest nehat berdan û libende biryara ku ji Enqereyê bê dayîne.

BI ROJANE DIDIN SEKINANDIN

Tuncer wiha pê de çû: “bi rojane didin sekinandin. Hinek xwendekarên din yên wek wê hebûn. Ji bo Elîsa gotin ji terorê hatiye. Di avahiya SDP’ê de ji 70’î zêdetir kes hatin binçavkirin. Ji vana 4 kes hatibûn girtin.”