Xwediyê Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Musa diyar bûn

Xwediyê Xelatên Rojnamegeriyê yên Apê Musa diyar bûn

Encama 21'emîn Xelatên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter diyar bû. Di beşa nûçeya kurdî de edîtorê rojnameya Azadiya Welat Abdurrahman Gok bi nûçeya xwe ya bi sernavê 'Egîd Egîdan diafirînin' xelata yekemîniyê, di beşa nûçeyên tirkî de ji DHA'yê Ramazan Yavuz û ji DÎHA'yê jî Îsmaîl Eskîn bi nûçeyên xwe yên der barê Şengalê de xelata yekemîniyê bi hevparî wergirtin. Xelata Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz ji Leyla Yildizhan(Denîz Firat) a ku di heman demê de yek ji endamên juriya pêşbirkê bû jî di dema êrîşên DAIŞ'ê de li Mexmûrê nûçe dişopand hat qetilkirin layîq hat dîtin. 

Xelatên Şehîdên Çapemeniya Azad û Musa Anter heta par jî ji aliyê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ve dihatin dayîn. Îsal cara yekem e ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Azad ve tê dayîn. Juriya ku ji aliyê Komeleya Rojnagerên Azad ve di meha tîrmehê de hat avakirin di civînên xwe yên têkildarî serlêdanan de nûçe, wêne û karîkaturên ketin dereceyê aşkera kir. Juriyê di beşên wekî nûçeya kurdî, nûçeya tirkî, wêne û karîkaturê de xelatgiran aşkera kir. 

Li gorî vê yekê: Juriya Nûçeyên Kurdî, di vê beşê de yek ji edîtorên rojnameyê Abdurrahman Gok bi nûçeya xwe ya 'Egîd Egîdan diafirînin' û dîsa bi nûçeyên xwe yên domdarên vê nûçeyên bi piraniya dengan layikê xelata yekemîniyê hat dîtin. 

Li gorî nirxandina Juriya Nûçeyê Tirkî de jî ji ebr nûçeyên wan ên der barê Şengalê de ji DHA'yê Ramazan Yavuz û ji DÎHA'yê jî Îsmaîl Eskîn bi awayekî hevpar xelata yekemîniyê wergirtin. Juriyê xelata xwe ya taybet jî da nûçegihana rojnameya Mîlliyetê Burcu Karataş û ji DÎHA'yê Huyla Emeç layiqê xelatê hatin dîtin.

 Ji bo xelata duyemîniyê di beşa tirkî û kurdî de nûçeyeke layiqê vê xelatê nehat dîtin. Xelata sêyemîniyê ji ANF'ê Perwer Yaş bi nûçeya xwe ya "Çîroka gerîlayên destpêkê yên Êzidî..." û Metîn Dag bi nûçeya xwe ya "Navçeyek dînê xwe Xeto û Remo jibîr nake" xelatê wergirtin. 

Ji bo xelata teşwîqê jî Enver Yilmaz bi nûçeya xwe ya 'Dewaya Şêx Seîdî Dewaya Kurdistanî ya(Doza Şêx Seîd Doza Kurdistanê ye'' û Edîp Kaynar jî bi nûçeya 'Xoza Çewlig de Ocaxê Madenî Dêra Tarixî Tehdît Kenê' Ocaxên Madenê Xwezaya Çewlikê û Dêra Dîrokê Tehdît Dikin'' hatin destnîşankirin.

Dîsa bi nûçeya xwe ya bi sernavê 'Goristana PKK'iyan hate firotin' ji DÎHA'yê Gokhan Altay Xelata Mansiyonê wergirt.

XELATÊN WÊNE Û KARÎKATURAN

Juriya Karîkaturan xelata yekemîniyê di nav Habat Aslan û Huseyîn Bayram de parve kirin. 

Juriyê di beşa wêneyan de jî ji bo teşwîqkirina wênekêşiyê xelata yekemîniyê bi wêneya 'Koça Şengalê' da Selîm Yildiz, ya duyemîniyê bi wêneya !'Zarokên li Rojava di nava kavilan de dilîzin' da Burhan Gîzlenmiş û ya sêyemîniyê jî bi wêneya 'Qaşilê Zebeşê' da

Paşa Îrmek. Dı wê beşê de juriyê biryar girt ku ji bo yekemîniyê 3 hezar Tl ji bo duyemîniyê 2 hezar TL û ji bo sêyemîniyê jî hezar TL pere bide wênekêşan. 

XELATA GURBETELΠ

Komeleya Rojnamegerên Azad îsal Xelata Rojnamegeriya Jinê ya Gurbetellî Ersoz ji Leyla Yildiztan(Denîz Firat) a ku di heman demê de yek ji endamên juriya pêşbirkê bû jî di dema êrîşên DAIŞ'ê de li Mexmûrê nûçe dişopand hat qetilkirin layîq hat dîtin. 

Merasîma xelatdayînê 20'ê îlona 2014'an roja şemiyê saet di 20.00'an de dê li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwînê ya Şaredariya Peyasê dê pêk bê. Ji bilî vê yekê dê 20'ê îlonê saet di 12.00'an de ku taxa Syerantepeya Amedê li ber Bîrdariya

Apê Mûsa û dê di heman saetê de li ser goristana Apê Mûsa ya li gundê Sitilîlê yê Nisîbîna Mêrdînê dê çalakiyên bîranînê werin lidarxistin.