Xizmên windayan vê hefteyê jî aqubeta windayan pirsîn
Xizmên windayan vê hefteyê jî aqubeta windayan pirsîn
Xizmên windayan vê hefteyê jî aqubeta windayan pirsîn
ÎHD û xizmên windayan di çalakiya hefteya 219'an de careke din aqubeta kesên hatin qetilkirin pirsîn. Di çalakiya Amedê de aqubeta Alî Tekdag ê ku di sala 1993'an de li ber çavê hevsera wî hate binçavkirin û hate windakirin hate pirsîn. Li Êlihê jî aqubeta leşkerên bi navê Abdurrahman Çîftçî û Mahsum Adlig ên bi îdîaya întîxar kirin cenazeyên wan teslîmî malbatê hatin kirin pirsîn.
ÎHD'a Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftane li Parqa Koşuyoluyê bi pankrata "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" û wêneyên kesên hatin windakirin li dar xist. MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, Cemiyeta Rojnamegerên Azad û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku 219 heftene li qadan aqubeta windayan dipirsin lê heta niha ji bo kiryar bên darizandin tu gav nehatin avêtin. Bîlîcî, wiha bang li rayedarên hikûmetê û dozgeran kir: "Em 219 heftene li vir sûc dikin. Ji ber ku 219 heftene em kiryaran deşîfre dikin. Heke hûn lêpirsîna van nekin wê demê em îftîrayê li wan dikin. Wê demê dozê li me vebikin. Heke we ji wan kesan lêpirsîn venekire wê demê hûn sûcdar in. Em li vir bang dikin em windayên xwe dixwazin." Bîlîcî, bal kişand ser pêvajoyê û wiha axivî: "Heke baweriya we bi vê pêvajoyê bê wê demê hûn mecburin hesabê bidin xizmên windayan. Heke aştiya ji vî welatî re bê em baweriyê pê naynin. Li Girtîgeha Tekîrdagê 21 rojin çalakiya greva birçîbûnê heye. Ji ber ku şertên girtîgehê gelek xirab in. 122 girtî li ber sînorê mirinê ne." Bîlîcî herî dawî xwest ku rojnamegerên girtî serbest bên berdan.
Keca Alî Tekdag ê ku di sala 1993'an de li Qada Derê Çiya hate binçavkirin û çareke din tu agahî jî nehatin girtin Nuran Tekdag çîroka bavê xwe vegot. Tekdag, diyar kir ku bavê wî berê jî 19 caran hate binçavkirin û wiha got: "Bavê min li cem dayîka min li sûka navendî ya Derê Çiya hate binçavkirin. Careke din em tu agahî jê negirtin. Bavê min berê jî 19 caran hatibû binçavkirin. Lê bavê min tu caran serî li hemberî wan netewand. Ji ber ku serî netewan niha di navbera me de nîn e. Wê demê serhengekî kuştina bavê min îtîrraf kiribû. Bavê min bi îşkenceyê qetilkirin. Piştî îşkenceyê ji bavê min re gotin 'Heke tu bêjî xweziya kesê dibêje ez tirk im bêjî em dê te serbest berbidin' lê bavê min ew yek negot ji ber ku kurd bû." Tekdag xwest ku kiryarên bavê wî bên dîtin. Piştî daxuyaniyan çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi heman armancê li Kolana Gulîstanê çalakî pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Xizmên windayan, rêveberên ÎHD'ê, Dayîkên Aştiyê, BDP, KURDÎ-DER, MAZLUMDER, KESK, MEYA-DER, ji Rojnameya Agosê Rober Koptaş û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Abdurrahman Çîftçî û Mahsum Adlig ên ku li leşkeriyê bi îdîaya întîxar kirin cenazeyên wan teslîmî malbatan hatin kirin pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Osman Kunteş, diyar kir ku ji bo kiryarên windayan bên dîtin 219 heftene li qadan in. Kunteş, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tekîrdagê û xwest ku şertên girtiyan bên sererastkirin.
Serokê Şaxa MAZLUMDER'ê Êlih Hasan Argunaga ji diyar kir ku parêzvanên mafên mirovan her roj çalakiyan li dar dixin û daxwaza hestiyên zarokên xwe dikin û wiha got: "Mixabin heta niha tu gavên şênber nehatin avêtin. Hêj ji bo winda bên dîtin tu xebat nehatin destpêkirin. Ji bo em piştgiriyê bidin malbatên Mahsun Adlig û Abdurrahman Çîftçî yên ku tê îdîakirin ku li leşkeriyê întîxar kirin em ev çalakî li dar xist."
'EM EDALETEKÎ RAST DIXWAZIN'
Bavê Abdurrahman Çîftçî Zubeyîr Çîftçî diyar kir ku tu pirsgirêka kurê wîn tunebû û wî kurê xwe bi saxlam teslîm leşkeriyê kir lê pişt re cenazeyê wî ji wan re şandin û wiha got: "Welatiyan agahî da me. Tu pirsgirêkên kurê min ên madî û manevî tunebûn. Kurê min 4 roj berê mirinê li min geriya. Ji min re got, '2 fermandar ji min re zehmetiyan derdixin. Li hemberî min zilim û hovitiyê dikin' Min jî jê re got îdar bike bila leşkerî bi dawî bibe. Min jê re got ez dê çend roj şunda bên cem te. Lê agahiya mirina wî ji min re hat. Ez bawernakim ku kurê min întîxar kir. Di çokên wî de şopa îşkence û darpê hebûn. Ji xwe serê wî nemabû. Em edaletekî rast dixwazin."
Bavê Mahsum Adlig Mehmet Mîrza Adlig jî diyar kir ku tu pirsgirêkên kurê wî tunebûn û wiha got: "Min kurê xwe bi saxlem şand leşkeriyê. Lê ji min re cenazeyê wî şandin. Kurê min întîxar nekir. Kesekî gelek bi bawer bû." Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.