Xizmên Windayan ji bo Hatîce Atalay û Bedrî Tan kom bûn

Xizmên windayan û endamên ÎHD'ê ji bo Hatîce Atalay û Bedrî Tan ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, kom bûn.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 762’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û pankarta wêne li ser bûn li erdê hat raxistin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, diyar kir ku ew ji bo balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mirovan ên di salên 90’î de li hev kom bûne û wiha got: “Demboriya doza Madimakê û beraeta bo doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ji bo me cihê nerazîbûnê ye. Em parêzvanên mafên mirovan van biryaran nas nakin. Her du dosye jî ne dosyeyên ji rêzê yên edlî ne. Ev dosye di encama cînayetên dewleta kûr û grûbên çekdar û JÎTEM’ê ve hatin kirin.”

Endama Komîsyona Lêkolîna Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî jî serpêhatiya Bedrî Tan ê di sala 1994’an de li Amedê hat qetilkirin xwend. Serpêhatiya Bedrî Tan wiha ye: “Li gorî gotin û beyanên birayê Bedrî Tan; Di 13.09.1994’an de êvarê saet di 19.30’an de leşkerên Fermandariya Biryargeha Navendî ya Amedê bi ser mala me de girtin. Birayê min Bedrî Tan keyayê Gundê Qadiya Mezin bû. Di serdegirtinê de hemû malbat di odeyekê de kom kirin, lê birayê min Bedrî birin odeyek din û dest bi êşkenceyê kirin. Dengê wî dihate me. Piştî nîv saetê birayê min xistin wesayîta zirxî û birin. Birayê min mirî bû û di odê de vereşî. Em çûn Fermandariya Jendirmeyan. Me got birayê min ji malê birin. Leşkerek ku li wir bû got, ‘Li vir kes tune, here li kêleka rêyan binêre’. Piştre me cenaze di tûrikekî de ji Fermandariya Navendî ya Jendermeyan a Hênê wergirt. Ji bo em dozê venekin gef li me xwarin û digotin wê dawiya we jî weke ya wan be. Serdozgeriya Komarê bi gotina, 'Di pevçûnê de hat kuştin' rapora mirinê amade kir, îfadeya me jî nehat girtin."

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 598’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistana Êlihê li dar xistin. Xizmên windayan, parêzvanên mafên mirovan û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Hatîce Atalay a di 10’ê Îlona 1996’an de li navçeya Pîranê ya Amedê dema diçe avdaniya baxçeyê xwe hatibû qetilkirin, hat xwendin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.