Xizmên windayan: Guh bidin qêrîna dayikan, bila edelat bi cih bê
ÎHD û xizmên windayan li Îzmîr û Amedê çalakiya heftane li darxistin.
ÎHD û xizmên windayan li Îzmîr û Amedê çalakiya heftane li darxistin.
Di çalakiya Amedê de endama KESK'ê Derya Gungor Roja dayikan pîroz kir û wiha got: "Dayikên ku bi salan e zarokên xwe digerin qerînekî wan heye guh bidin vî qêrînê ku bila edalet bi cih bê."
Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan çalakiya xwe ya 431'emîn vê hefteyê jî li avahiya ÎHD'ê ya Amedê li dar xistin. Di çalakiyê de dayikan xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Meclîsa Jinê ya KESK'ê vê hefteyê bi munasebeta Roja Dayikan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiya vê ehfteyê de aqûbeta Mustafa Bulut û Fahrî Bulut ên ku di 13'ê Gulana 1994'an de li navçeya Licê ya Amedê hatin binçavkirin û careke din ji wan agahî nehat girtin pirsîn.
Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî axivî û Roja Dayikan pîroz kir û got ku ew li cem têkoşîna dayikan in. Bîlîcî diyar kir ku dayik pîroz in û li Tirkiyeyê dayik ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin têdikoşin û ev yek girîng e.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya KESK'ê Derya Gungor axivî û Roja Dayikan pîroz kir û wiha axivî: "Dayikên ku zarokên wan winda ne bi salan e qêrînekî wan heye ev jî qêrîna edalet û dîtina kiryaran, cezakirina wan e. Guh bidin vî qêrînê û bila edalet bi cih bê."
Piştre jî endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Hasan Yalçin çîroka windakirina Mustafa Bulut û Fahrî Bulut ên ku di 13'ê Gulana 1994'an de li gundikê Cîmar a navçeya Licê ya Amedê hatin binçavkirin û careke din jê agahî nehat girtin parve kir.
Piştî daxuyanî hat xwendin 5 deqîqe çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û endamên Meclîsa Jinê ya KESK'ê qurnefîl li xizmên windayan belav kirin û Roja Dayikan pîrozkirin.
BAL KIŞANDIN LI SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a îzmîrê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş. Parazvanên mafên mirovan li ber Sumerbanka Kevn a Konakê hatin cem hev û rêveberên HDP'ê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û gelek rêxistinên civakî yên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de Serokê ÎHD'ê yê Îzmîrê Alî Aydin axivî.
Aydin destnîşan kir ku li gorî daneyên ÎHD'ê li girtîgehan 400 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û wiha axivî: "Em ji nêzîkatiya Saziya Tiba Edlî ya giran û alîgir aciz in. Li şûna vê em dibêjin ku raporên ji saziyên serbixwe bên girtin wê kar rehetir bike. Qanûna Saziyên Înfaz û Cezayê ya hejmar 5275 di dema nexweşiyê de peywira tehliyekirinê dide dozgerên komarê. Ev nêrîna tibî na, nêrîna hiqûqî esas digire."
Aydin da zanîn ku tenê li girtîgehên Îzmîrê bi sedan girtiyên nexweş hene û bal kişand li ser rewşa Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kiriklarê û Nîhat Baymiş ê li Girtîgeha Şakranê.
Aydin bang li Wezareta Dadê û rayedaran kir û xwest ji bo girtiyên nexweş bihistiyar bin. Aydin wiha got; "Jiyana mirovan ji her tiştî pîroztir e. Em wekî parazvanên mafên mirovan dibêjin ku ev herdu girtiyên nexweş piştî dermankirinê ger ku bişînin girtîgehê wê careke din nexweşixa wan dubare bike. Ji ber vê yekê jî em dixwazin Devrîm Ayik û Nîhat Baymiş bên berdan û li derve bên dermankirin."