Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Xizmên Windayan: Ev 27 sal in agahî ji Recaî Aydin nayê standin

Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan li aqûbeta Recayî Aydin pirsîn ku beriya bi 27 salan hatibû nebedîkirin.

Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan ji bo li aqûbeta windayan û kujeran bipirsin di hefteya 663’yemîn de çalakiya “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. 
 
Di çalakiyê de ewilî Serokê ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û diyar kir ku di salên 90’î de hêzên paramîlîter li bakurê Kurdistanê sûcên dijmirovane kirin. Zeytûn bal kişand ser wê yekê ku ji wê demê û vir ve dewletê tu hewldanek ji bo eşkerekirina kiryaran nekiriye û diyar kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di van bûyerên ku bûne mijara lêpirsîn û dozê de Tirkiye mehkûm kiriye. Zeytûn got ew ê çalakiyên xwe bi xizmên wendayan re bidomînin.
 
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Derya Yildirim vê hefteyê çîroka windakirina hekîm ango dixtor li ocaxa tenduristiyê dixebitî Recaî Aydin ê di 2’yê tîrmeha 1994’an de li navçeya Çinara Amedê hat windakirin xwend.  Yildirim diyar kir ku otomobîla Aydin li ser rêya Farqînê, ku rêyek bêdeng e di roja hat revandin de ku ji mala xwe ya li Amedê biçe ciyê karê xwe, hatiye dîtin. Yildirim diyar kir ku ji wê rojê şûnde careke din agahî ji Aydin nayê girtin. Yildirim pêvajoya piştî windakirina Aydin nirxand û wiha got: “Malbata wî bi serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî da û hewl dide derbarê aqûbeta Recaî Aydin de agahiyê bigire. Lê belê hemû hewldan bê encam in û ji vê rojê şûn de tu agahî ji Recaî Aydin nayê wergirtin.” 
 
Yildirim wiha got: “Di 17'ê Tebaxa 1994'an de li ser banga Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li gelek deverên cîhanê, ji Serokwezîra wê demê Tansu Çîller û Wezîrê Dadê Mehmet Mongoltay re nameya ‘Çi hat serê Dr. Recaî Aydin’ hatin şandin. Lê belê dîsa jî hemû hewldan bê encam man. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li xwe mikur hat ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye’.” 
 
Yildirim destnîşan kir ku 27 sal in aqûbeta Aydin nehatiye ronîkirin û ew ji bo wî edaletê dixwazin û heta ku winda werin dîtin û kujer werin darizandin dê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.