Xizmên girtiyan li Îzmîrê Nobeta Edaletê didomînin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, li Îzmîrê di roja 117’emîn de dewam dike û ji girtiyan re azadî hate xwestin.

Xizmên girtiyan ev 117 roj in, ji bo azadiya girtiyên nexweş û yên cezayê wan qediyaye lê nayên berdan, çalakiya Nobeta Edaletê didomînin.

Malbat li ber Baroya Îzmîrê, bi pêşbendên xwe yên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” û “Deng bide gitîgehan” nivîsandî, çalakiya xwe domandin.

Her wiha di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Maf, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana girtîgehan” hatin berzkirin û Rêxistina HDP’ê ya Karşiyakayê piştgirî da çalakiyê.

Hevserokê HDP’ê ya Karşiyakayê Menfî Yilmaz ê di nobetê de axivî, diyar kir ku tişta li girtîgehan diqewime îşkenceyeke sîstematîk e û wiha got: “Mafê mirovan ê herî biçûk jî tune tê hesibandin û zext tê kirin. Em dizanin li dijî vê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Kiriklar a Îzmîrê di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Hatin pirskirin ku ev dayik çi dixwazin? Ew zarokên xwe dixwazin. Hestiyên zarokên wan di kîsekî de yan jî bi kargoyê didin dayik û bavên wan. Ka li vî welatî edalet û mafên mirovan hebû.”

Yek ji malbatên girtiyan Hanim Sever jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê didome. Sever destnîşan kir ku kes rewşa girtiyan napirse û wiha bilêv kir: “Heta ku ji destê me were em ê li dijî tecrîdê bisekinin, em ê teslîm nebin. Heta ku zarokên me azad bibin, heta ku tedawiya wan bê kirin, em ê li vir bin. Em nikarin rast û dirûst bi zarokên xwe re bi telefonê biaxivin. Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş nayên berdan, kesên jinan dikujin tên berdan. Tirkiye ji rê derketî ye. Em vê jî qebûl nakin. Li ku bibe bila bibe em ê têbikoşin.”

Sever, qala qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê jî kir û Îran şermezar kir.