Xizmên girtiyan: Em tecrîdê qebûl nakin

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakî kirin û daxwaza rakirina tecrîdê û bidawîbûna binpêkirinên mafan kirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku Xizmên xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanînên li dijî girtiyan, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Zuleyha Gulum, rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê.

Ji ber ku derdora girtîgehê ji aliyê polisan ve hatibû dorpêçkirin girseyê li ser rêya girtîgehê daxuyanî da.

POLÎSAN HEWL DAN ASTENG BIKIN

Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, axivî û diyar kir ku binpêkirinên mafan ên girtîgehan û tecrîd li tevahiya welat berbelav bûne û li dijî nêzikbûna ji bo girtiyên nexweş li hev kom bûne û diyar kir ku ew tecrîda li Îmraliyê qebûl nakin. Dema axaftina Gulum polîsan timî anons kirin û axaftina wê asteng kirin. Li dijî vê Gulum, bi lêv kir ku wê gotinên xwe yên ji bo tecrîdê û girtiyên nexweş bibêjin û dev ji daxwazên xwe yên azadî, aştî, edalet û demokrasiyê bernedin.

‘EM Ê WAN DI DESTÊ WE DE NEHÊLIN’

Piştî daxuyaniyê girseyê dest bi meşê kir. Piştî demeke kurt polisan girseyê dorpêç kir û meş asteng kirin. Li dijî astengkirina polîsan girseyê timik dûrişmeya "Biji berxwedana zindanan” berz kir. Polîsan, kesên ku piştî meşê çûn rawestgeha metrobusê jî dorpêç kirin û destûr neda derbasî rawestgehê bibin. Xizmekî girtiyan, bertek nîşanî vê pêkanînê da û ev tişt got: "Em ji bo kezeba xwe li vir in, em ê ji bo wan têbikoşin, em ê wan di destê we de nehêlin."

 Girseya ku dorpêça plolisan derbas kir, bi tilîlî û çepikan ji herêmê veqetiyan.