Xizmên girtiyan: Em ê li her derê li ber xwe bidin

Xizmên girtiyan, bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Kiriklarê û gotin: " Heta ku daxwazên me werin bicihanîn em ê nobeta xwe bidomînin.“

Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê 67 roj in didome. Malbatan çalakiya xwe ya îro li ber avahiya Baroya Îzmîrê pêk anî. Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê girtî ye Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa Girtîgeha Kiriklar a Bucayê.

Yagmekan destnîşan kir ku li Onur Yilmaz ê girtî li Girtîgeha Kiriklarê di 17'ê Gulanê de li dijî şert û mercên girtîgehê dest bi greva birçibûnê kir û niha jî çalakiya xwe didomîne û got: "2 meh zêdetire em çalakiya 'Nobeta Edaletê' didomînin. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan.

Li dijî binpêkirina mafên girtiyan li Girtîgeha Kiriklarê ya Bûcayê girtî dest bi grevê kirin. Em hemû binpêkirinan şermezar dikin. Ne edalet, ne hiqûq û ne jî wijdan heye. Divê daxwazên girtiyan bê qebûlkirin. Ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan jî em ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînin.

Em Kurd in. Serê me bilind e. Em zilma ku tê kirin qebûl nakin. Em li ser piyan bin û em ê li ber xwe bidin."