Xewa şevên bê balafirên şer û Talîbanan: Lê hejarî

Efganên ku ji ber hejariyê bi salan ji Efganistanê derketin û li Stenbolê dijîn, di nava şert û mercên ne mirovî de dijîn. Heqê wan tên xwarin û nêzîkatiya nemirovî li hember wan tên kirin.

Piştî DYE biryara vekişîna ji Efganistan ku ji sala 2001’ê û vir ve di dirûşma ‘Azadî, Demokrasî’ dagir kir û şûnde, Talîban Efganistan bi temamî xiste kontrolê. Piştî Talîban Efganitan kontrol kir, pêla koçberiyê jî destpê kir.

Efganiyên piştî Talîban ketin herêmê jî derbasî Îranê bû û ji wir jî li ser navçeya Qelqelî û Ebex ên Wanê re derbasî Tirkiyeyê bûn.

LI SÎNOR ÊŞKENCE

Abdulah ê li fabrîqeyek mobîlya ya Merter a yek ji navendên pîşesazî yên Stenbolê dijî li ser meşa xwe ya hatina Stenbol ev got: “Her gava min dixwest derbas bibim, dihatim astengkirin. Leşkerên Tirk li min da û avêt sînorê Îranê. Bi sedan mirovî re bi rojan li heman malê man. Cihê me nedikir, ji bo cihê me bike, lingê xwe bi hinavê xwe re dikir yek. Saleke li Stenbol dijîm.”

Abdullah bi nêzî 10 xizmên xwe re li daîreyeke jêrzemînê dijî. Li mala wan ji derveyî saricek, cilşo û ji bo razanê jî çend sîngeran zêdetir tiştek din nîne. Her sibehê bi dîmen li malbatên xwe digerin. Nîqaşên wan jî li ser bûyerên dawî yên Talîbanê ne.

‘MIROVÊN QENC Û XIRAB JÎ HENE’

Her li Menterê li fabrîqeyek din a mobîlyayan Osman ê 21 salî dijî heye. Ew jî li gel pismamê xwe ketine ser rêya koçberiyê. Osmanî 3 caran ketiye ser rêya koçberiyê. Cara 3’an kariye xwe bigihîne Stenbolê. Ji ber destûra wan a kar tine, sîgortaya wan a kar jî nîne. Osman got: “Berî werim, ez nîşanî bûm. 2 sal in li vir im. Hinek pere bidim hev, ezê biçim bizewicim. Her rojê bi malbata xwe re daxivim. Destgirtiya min dixwest bixwîne. Dibe piştî em zewicîn xwendina xwe bidomîne. 3 hezar TL digirim. Hinek mirov qenc û hinek jî xirab in.”

‘ŞEVAN REHET RADIZÊM’

Samît ê 3 sal e li Stenbolê ye jî li kargehekê bê ku destûra wî ya kar hebe kar dike. Samît ê di kar de birîndar bû, ji ber destûra wî ya kar nîne, neçûbû nexweşxaneyê. Xwe nîşanî keseke ku jê bawer dikin ku doxtore wisa xwe derman dike. Samît anî ziman ku ji bo were Tirkiye pere deyn kiriye û li gel kekê xwe hatine. Samît got: “Hê jî deynê me neqediyaye. Saet 08:30’î dest bi kar dikin heta saet 19:00’an. Sê sal in wisa dewam dike. Rojên betlaneyê jî li mal im. Deynê xwe ez didim, kekê min jî dişîne ji bo malbatê. Li vir rehet radizêm. Deng tine. Ne dengê balafirên şer ên Emerîka û ne jî dengê motorsiklêtên Talîbanan.”

‘JI BER HEJARÎ REVÎME; ROJÊ 10 SAETAN DIMEŞIM’

Li navçeya Bagcilar a Stenbolê jî welatiyek Efgan ku kaxet kom dikir, navê xwe nexwest parve bike jî got: “Ji ber hejariyê reviyame. Li vir jî hejar im. Piranî mirov naxwazin nêzîkî mirov bibin. Ji ber destê min qirêj e. Tevahî bi peya dimeşim. Rojê 10 saetan dimeşim.”

‘MÎNA KU LI DEHBEYEKÊ BINÊRIN’

Li Bayrampaşayê Muhammed 35 salî ye û xwediyê du zarokan e, 6 sal in li Stenbolê ye, got: “Venêrîna mirovan min bir aciz dikir, lê fêr bûm. Mîna ku li li cinawir, dehbeyekê binêrin bû. Li welatê xwe xwendekar bûm. Min dixwest biba mamoste. Her tişt zor e, kar kirin zor e. Qezençkirina pere zor e. Mîna mirovan jiyîn zor e.”