Xelkê Şehbayê ji bo berxwedana li zindanan meşiya

Ji bo piştgiriya bi girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê, xelkê Şehbayê meşeke girseyî li dar xist.

Ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne, li herêma Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.

Girseya gel li navçeya Ehrezê ya Şehbayê li hev kom bû û bi dirûşma "Bi berxwedana zindanan em ê faşîzmê û xiyanetê têk bibin" meşiya.

Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hate qîrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Piştî ku çalakger gihîştin qada navçeyê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Ji Saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şehbayê Menal Şêxo û Endama Meclîsa Jina Azad a Şehbayê Rihmê Elo daxuyanî dan.

Qiseker bi tundî li ber tecrîda li Îmraliyê rabûn û destnîşan kir ku ew bi berxwedana li zindanan re ne.