Xelata Wêrekiyê dane nûçegihan Zehra Dogan

Weqfa Medyayê ya Jinan a Navneteweyî (IWMF) Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ya 2018’an da nûçegihan û şêwekara girtî Zehra Dogan.

Weqfa Medyayê ya Jinan a Navneteweyî (IWMF) xwediyê Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ya 2018’an ragihand. Xelata Wêrekiyê ya Nûçegihaniyê ku li DYA’yê ji 1990’î ve didin nûçegihanên jin ên ku girtin, darizandin, êrîşê tînin ber çavan, îsal dane nûçegihan, şêwekar Zehra Dogan ku ev demeke dirêj e li Girtîgeha Tîpa E’ê ya Amedê girtî ye.

Yek ji damezirînera JINHA’yê nûçegihan-şêwekar Zehra Dogan jî ji ber nûçeyên wê yên derbarê Nisêbînê û Cizîrê layiqî xelatê hate dîtin. Zehra Dogan ji ber nûçe û şêweyeke derbarê Nisêbînê, Tîrmeha 2016’an hatibû girtin, Kanûna 2016’an bi şertê ku bê girtî were darizandin hatibû berdan.

https://www.iwmf.org/awards/courage-in-journalism-awards/

Dewleta Tirk ji ber nûçe û şêweyên 33 meh ceza bi hinceta ‘propagandaya rêxistinê’ da Zehra Dogan û Hezîrana 2017’an dîsa hate girtin û şande Girtîgeha Amedê. JINHA ya ku Zehra Dogan lê dixebitî Cotmeha 2016’an bi BHQ’yekê hate girtin.

Şêweya ku bû sedema girtina Zehra Dogan ji hêla hunermenda kuçeyan Banksy ve, li New Yorkê li ser dîwêr bi projektöre hate nişandan û şêweyeke ku girtina Zehra dişayesîne çêkiribû.

Xelata IWMF’ê ku ji 1990’î ve didin, ev cara duyan e ku didin nûçegihaneke ji Tirkiyê.

https://www.iwmf.org/community/zehra-dogan/