Xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasî û çapxanê desteserkirî ne

Diyar bû ku xebatkarên desteserkirî yên Ozgurlukçu Demokrasi û Çapxaneya Gunê 27 kes in.

Duh polîsan bi ser rojnameya Ozgurluçu Demokrasi û Çapxaneya Gunê de girtibûn û TMSF’ê dest li ser rojnme û çapxaneya Gundê danîbû. Ji duh ve 27 kes, ku di nav de xebatkarên rojnameyê û çapxaneyê jî hene, hatine desteserkirin.

ÊN DESTESERKIRÎ

Kesên ku hatine binçavkirin: Xwediyê Imtîyazê yê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îhsan Yaşar, Xwediyê Çapxaneya Gunê Kasim Zengîn, xebatkarên çapxaneyê Erdogan Zamur, Kemal Kurt, Mûsa Kaya, Ceman Tunç, Kemal Daşdogen, Îrfan Karaca, Mehmet Emîn Sumelî, Îhsan Sînmîş, Ugur Selman Kelekçîler, Kazım Goçer, Necatî Hızarci, Mahmût Abay, Mehmet Ozkara, Cumalî Oz, Mursel Demîr, Polat Arslan, Suleyman Guneş, Cenk Kale, Cengîz Kaya, Îsmaîl Ergene, Semîh Tamay, Ozgur Bozkurt, Sadettîn Demîrtaş û Îsmalî, Muhammet ku paşnavê wan nayê zanîn.

Bi ser mala Rêveberê Giştî yê Weşanê Yilmaz Yildiz de girtin. Yilidiz li gel ku ne li malê jî bû dest li ser telefon û komputira wî danîn.

DERIYÊ BÛROYÊ NADIN VEKIRIN

Ji duh ve li çapxaneyê lêgerîn û karê qeydkirinê didome, polîs nahêlin ku kes nêzî avahiyê bibe.

Li buroya Beyoglu a rojnameyê rayedarekî TMSF’ê heye. Mifteya deriye ku hatî şikandin, ê bûroyê hate guhartin û rayedarên li hundir bi rikdarî derî venekirin.

ÊN DESTESERKIRÎ BI HINCETA ENDAMTIYÊ Û PROPAGANDAYÊ TÊNE GIRTIN

Tê gotin kesên ku hatine desteserkirin, li ser wan îdîayên ‘endamtiya rêxistina çekdar’ û ‘propagandaya rêxistinê’ heye.