Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê yên li Ewropayê didomin
Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, xebatên Kurdên li Ewropayê, hêzên çep û demokratan, didomin.
Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, xebatên Kurdên li Ewropayê, hêzên çep û demokratan, didomin.
Ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tên, xebatên Kurdên li Ewropayê, hêzên çep û demokratan, didomin. Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê, bajarê Avîngnon ê Fransayê û bajarê Modena yê Îtalyayê civîn didomin. Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mêrdînê Prof. Mîthat Sîncar, diyar kir HDP partiya ku gelên azad a hemû gel Kurd, Tirk, Çerkez, Ermenî, Ereb, Laz temsîliyeta wekhev bibînê ye.
NURNBERG
Li bajarê Nurnberg a Elmanyayê panelek pêk hat. Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Mêrdînê Prof Mîthat Sancar beşdar bû. Sancar da zanîn ku sedema wî ya ku di HDP’ê de bûye namzet ev e ku, HDP li aliyê demokrasiya wekhevî û azadîxwaz e û bi nêzîkatiyeke ku jin û mêr wekhev dibîne. Sancar bi lêv kir ku li Tirkiyeyê divê hemû kes di HDP’ê de cih bigirin û got: “Ez Ereb im.Ez cara yekem di wê baweriyê de me ku di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de kêmarên Tirkiyeyê wê bi polîtîkaya rast a HDP’ê re temsîliyeta xwe bibîne. HDP partiya gelên azad a hemû gel Kurd, Tirk, Çerkez, Ermenî, Ereb, Laz temsîliyeta wekhev bibîne ye.
PIRSGIRÊKA BENDÊ YA HDP’Ê TINE
Sancar destnîşan kir ku pirsgirêka HDP’ê ya bendê tine û êdî bêyî temsiliyeta siyasî ya HDP’ê birêvebirina Tirkiyeyê ne mimkun e. Sancar wiha dewam kir,: “Yekane muxalefeta rast dike HDP ye. Jinên ku nîvê civakê û Kurdan ava dikin, dengên wan ji ser sedî 10’î zêdetir e û ji ber vê rêjeya dengan gelek zêde ye. Bend wê bê derbaskirin. Eger neyê derbaskirinê, em wek AKP’ê nabêjin ku wê kaos çêbibe. AKP bi encamek wisa nekare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Yekane armanca AKP’ê ev e ku Erdogan bike serok. Yekane hêza ku pêşî li vê bigire jî HDP ye.”
AVÎGNON
Li bajarê Avîgnon a Fransayê civîneke gel a bi mijara hilbijartinan pêk hat. Nûnerên HDP’ê yên Motpellîer Serdar Koç axivî û got ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê wê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û siyaseta ku HDP dimeşîne wê mînak be.
Di civînê de ji bo civîna wê di 1’ê Gulanê de li Avîgnon pêk bê jî banga beşdarbûnê hat kirin.
MODENA
Li bajarê Modena yê Îtalyayê xebatên hilbijartinê didomin. Di çarçoveya xebatan de xwe digihînin Kurd, Tirk, Elewî, Çerkez, Suyaniyan û xebatên piştgiriya ji bo HDP’ê tên meşandin.