WSJ: Tirkiye hevalbendê DYA nîne
WSJ: Tirkiye hevalbendê DYA nîne
WSJ: Tirkiye hevalbendê DYA nîne
Di nivîsa edîtoryal a rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a li DYA tê weşandin de hat destnîşankirin, ku Tirkiye êdî hevalbendê DYA nîne.
Di nivîsa ku ji aliyê edîtorên rojnameyê ve hat nivîsandin de hat ragihandin ku piştî Îngilîstan û Elmanyayê di koalîsyona li dihî DAIŞ'ê de bi awayekî çalak cih negirtin, Tirkiye gaveke zêdetir avêt û operasyonên DYA yên li hemberî DAIŞ'ê asteng kiriye.
Di nivîsê de hat gotin, "Vekişîna Tirkan ji ya Îngilîz an jî Elmanan bi gavekê li pêş e. Tevî ku nekave nava pêngaveke leşkerî Enqere wê destûrê nede DYA ku ji Baregeha Încîrlîkê ya 160 kîlometre dûrî sînorê Sûriyeyê ye, êrîşa hewayî lidar bixe. Ev rewş, bi taybetî beriya operasyoneke ku bi salan dihat hêvîkirin, wê ji aliyê lojîstîk û keşfê ve li pêşiya Pentagonê bibe asteng." Di nivîsê de hat ragihandin ku tevî Tirkiye endamê NATO'yê ye jî, demeke dirêj e dest ji hevalbendiya DYA û dostaniya bi Rojava berdaye.
Nivîs bi van gotinan bi dawî bû: "Di vir de weke alternatîfa herî baş Kurd derdikevin pêş ku desteka xwe pêşkêş kirine û berevajî hevalbendên din diyar kiriye ku ji bo şandina leşkeran amade ye. Încîrlîkê bi qasî 60salan ji hêzên DYA re mêvandarî kiriye, dibe ku dem hatibe Încîrlîk bi baregehek hewayî ya li xaka Kurdan a li Bakurê Iraqê bê guhertin. Dibe ku Amerîka êdî li Enqereyê xwedî heval nebe, lê belê ev nayê wê wateyê ku li Rojhilata Navîn alternatîfeke din a me nemaye."