WFP: Tirkiyeyê sînor girtiye û nahêle alîkarî bigihêje bi sed hezaran mirovî
Alîkariya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dişîne Sûriyeyê, ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan nagihêje hewcedaran.
Alîkariya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dişîne Sûriyeyê, ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan nagihêje hewcedaran.
WFP'ê diyar kir, hikûmeta Tirk bi girtina deriyê sînor ê Qamişlo ve nahêle alîkarî bigihêje bi sed hezaran hewcedaran.
Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) li ser alîkariya însanî ya li Sûriyeyê die, li Berlînê agahî da. Dîrektorê WFP ê Sûriyeyê Jakop Kern da xuyakirin, ku alîkariya ew dixwazin bigihînin Sûriyeyê ji aliyê hikûmeta Tirk ve tê astengkirin. Kern bibîr xist, deriyê sînor ê li Qamişloyê, ji meha Kanûnê û vir ve li derbasbûna qemyonên WFP hatiye girtin û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê ew nikarin alîkariya xwarinê bigihînin mirovên pêwîstya xwe pê hene.
Dîrektorê WFP'ê da xuyakirin, ku Tirkiye ji ber Qamişlo di destê 'Kurdên nêzî PKK'ê' de ye, destûrê nade xwarin bê derbaskirin û ragihand, ji ber vê yekê bi sed hezaran mirov ji alîkariya xurekê bêpar mane.