Wezîrên Erdogan wê li Berlînê bên şermezarkirin

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ersoy ku ji bo hevdîtina bi rayedarên hikumeta Elman sibe tê Berlînê, wê bi çalakiyên protestoyî bên pêşwazîkirin.

Ji bo hişyariya ger û geşta li Tirkiyeyê bê rakirin rejîma Erdogan sibe du wezîrên xwe dişîne paytexta Elmanya Berlînê. Heyeta Tirk ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû û Wezîrê Çand û Tûrîzmê Mehmet Nûrî Ersoy di nav de ne, wê bi Wezîrê Karên Derve yê Elman Heîko Maas û Wezîrê Aboriyê Peter Altmaîer re hevdîtinê bikin.

Piştî ku hat bihîstin wê wezîrên Tirk bên Berlînê, aktîvîstên Elman û gelên cuda jî ketin nava liv û tevgerê. Li pêşiya avahiya Wezareta Karên Derve ya li navnîşana "Werderscher Markt 1, 10117 Berlînê" roja Pêncşemê saet 12:00 wê hatina wezîrên Tirk bê şermezarkirin.

Mîtînga şermezarkirinê bi banga kampanya Riseup4Rojava (Serhildan ji bo Rojava) tê lidarxistin. Xwepêşandan wê bi dirûşma "tejika sor li ber faşîzmê ranexe" pêk were û tê payin ku di serî de Elman û Kurdistanî aktîvîstên ji gelek gelan tevlî bibin.

Di çalakiyê de wê bi taybetî dostaniya çekan a dewleta Elman a bi desthilatdariya AKP-MHP'ê re bê şermezarkirin û daxwaza rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê kirin.