Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Wezirê Navxweyî yê Sûriyeyê rakirin nexweşxaneyê

Wezirê Navxweyî yê Sûriyeyê rakirin nexweşxaneyê

Wezirê navxweyî yê Sûriyeyê Mihemed Elşear ji nişkêve rakirin nexweşxaneya zangeha Emerîkî ya li Libnanê.

Li gor nûçeya rojnameya Elsefîr a Lubnanî wezirê karên navxweyî yê Sûriyeyê Mihemed Elşear piştî ku di teqîna ku li navenda wezareta karê hindir a Sûryê de berya demekê birîndarbibû rakirine nexweşxaneya zaningeha Emerîkî ya li Beyrûtê.

Li gorî nûçeya rojnameyê Elşar hê jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî merheleya zorê derbaskiriye. Lê rayedarên nexweşxaneyê heta niha eşkere nekirin ku Elşear li cem wan tê derman kirin.

Herwiha wezireke Libnanî ku nexweste navê xwe eşkere bike, ji ajansa AFP'ê re diyar kir ku do êvarê di seet 19.30'an de Elşşear gihiştiye balafirgeha Beyrût a navnetewî û ji wir jî wî rakirine nexweşxaneya zaningeha Emrîkî.