Wezîra Karên Derve ya Swêdê wê tevlî galaya ji bo Rojava bibe

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde wê di galaya piştevaniya Rojava de bibe qiseker.

Rêxistin û partiyên siyasî yên Swêdî û Kurdistanî ji bo piştevaniya Rojava bikin li paytexta Swêd Stockholmê galayeke mezin pêk tînin.

Hate ragihandin ku hatineya galayê wê ji bo şandina Rojava radestî Roja Sor bê kirin. Di galayê de tevî Ann Lînde wê Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî biaxivin.

Gelek hunermendên Swêdî û Kurdistanî yên naskirî wê beşdarî galayê bibin û piştgiriya gelên Rojava bikin. Ji hunermendên pop ên naskirî yên Swêdê Zara Larsson, Benjamîn Ingrosso û Ciwan Haco wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Gala wê bi dirûşma Humanity For Change in Rojava-Syria pêk were. Gala wê di 24'ê Mijdarê saet 15:00 li City Conference Center a li nêzî meydana Norra Bantorgetê bê kirin.

Amadekarên galayê bal kişandin ser êrişên giran ên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û bi bîr xistin ku bi sed hezaran mirov ji ber wan êrişan neçar man warê xwe biterikînin û bang li Kurdistaniyan û dostên wan kirin ku li Rojava bibin xwedî û tevlî galayê bibin.