Wesiyeta Dayika Berfo nayê bicihanîn
Wesiyeta Dayika Berfo nayê bicihanîn
Wesiyeta Dayika Berfo nayê bicihanîn
Qeymeqamê Goleyê ji bo ku wesiyeta Dayika Berfo ya di 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, pêk were desturê nade. Qeymeqam destûr neda ku gora Cemîl Kirbayir bê vekirin.
Ligel gora Berfo Kirbayir ji bo kurê wê Cemîl Kirbayir yê ku di bin çavan de hate wendakirin gora hatibû vekirin, lê destur bo wê nehat dayîn.
Cenazeya Dayika Berfo ku li Stenbolê jiyana xwe ji dest da bi riya beşayî şandin gundê Okçuoglu ya navçeya Gole ya Erdexanê. Li goristana gund ji bo Dayika Berfo gor hat kolan û ligel wê li ser wesiyeta wê ji bo kurê wê Cemîl Kirbayir jî got hat vekirin.
Lê qeymeqamê Gole bi hinceta ku ‘Ji bo kesekî ku tune gor nekare bê vekirin’ karûbarê kolanê da rawestandin. Ji ber vê yekê kurê dayika Berfo Mîkaîl Kirbayir bi qeymeqam re hevdîtin pêk anîn û got: “Çeneya dayika xwe min girêda, wesiyeta wê min girt. Soza min jê re heye. Ger gor neyê vekirin ez dayika xwe defin nakim.”
Mîkaîl Kirbayir diyar kir ku ger desturê nedin gora duyemîn dê li ber deriyê xwe du goran vebikin.