Welatiyên Lîceyê heta sibehê li dijî operasyonê bûn mertal

Welatiyên Lîceyê heta sibehê li dijî operasyonê bûn mertal

Duh esir li navçeya Lîce ya Amedê dema operasyona leşkerî destpêkir, xelkê Lîceyê û gundên derdor  herikîn çiyê. Welatiyan li çiya agir pêxistin û heta sibê li dijî operasyonê nobet girtin.

Li herêma bejahiya gundê Ziyareta Mezin û Sipênê duh di demjimêr 15.00 'an de bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon hat destpêkirin. Bi sedan leşker tevlî operasyonê bûn. Piştî operasyona leşkerî hat destpêkirin welatiyên gundên herêmê jî derketin girên bilind û li dijî operasyonê bertekên xwe anîn ziman. Welatiyan li girên bilind agir pêxistin û xwestin leşker dawî li operasyonan bînin. Bi hezaran welatiyên ku ji gundên derdorê herikin herêma operasyonê û li ser girikên herêm operasyonê agir pêxistin. Welatiyên ku li dijî operasyonê xwe kirin mertalên zindî heta serê sibê nobet girtin.

Welatiyên ku duh çûn herêma operasyonê û bertekên xwe yên li hemberî operasyonê nîşan da encamek erênî standin. Li ser berteka welatiyan şevê din di demjimêr 22.30'an de leşkeran dawî li operasyonê anîn û herêm terk kir. Welatiyên ku derketin çiyê li ser fikara ku dîsa operasyon pêk bê heta serê sibê agir pêxistin û nobet girtin.

‘NÊZÎ 2 HEZAR KES HERIKÎN QADA OPERASYONÊ’

Welatiyê bi navê Hakan Mercan diyar kir ku, piştî leşkeran li herêmê operasyon da destpêkirin ji Lîce û gundên derdorê nêzî 2 hezar mirov li qada operasyonê kom bûn û destûr nedan ku operasyon pêş bikeve. Mercan anî ziman ku, welatiyên herêmê kom bi kom li ser girikên bilind nobet girtin û xwe kirin mertal.

LI QADA OPERASYONÊ HEYA SIHARÊ NOBET GIRTIN

Mercan da zanîn ku, komekê li Girê Ziyaretê û komên din ji li girên din nobet girtin û wiha got: "Komên ku ji 50 kesan pêk dihat li ser girên herêmê nobet girtin. Ji bo gerîlla û leşker neyên kuştin em hatin vir. Komên ku li ser giran nobet girtin agir pêxistinû heta serê sibê bi sitranan govend gerandin. Her koma ku agir pêxist bi siloganên 'Bijî Serok Apo' û stranên 'Çerxa şoreşê' nobet girtin. Heta serê sibê nobeta koman berdewam kir. Em ji bo ku leşker û gerîlla neyê kuştin hatin vir. Nêzî 500 wesayît hatin herêma operasyonê. Ji 7 salî heta 70 salî em tev hatin herêma operasyonê. Li vir mirovên me li dora leşkeran çeper çêkir û destûr neda ku operasyon pêş bikeve. Serê sibê girseya ku bi şev nobet girt dîsa vegeriya gundên xwe."