Welatiyê bi navê Mehemet Hisnî ku di 26’ê cotmehê de di êrîşa komên çete ya li dijî Taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Mehemet Hisnî ku di tevlî meşa li dijî komên çekdar bibû û di encama gulebarana komên çete de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da. Hisnî li Nexweşxaneya Hennan a Taxa Eşrefiyê diman, ji ber ku ceyran her tim qut dibû, ji aliyê malbata wî ve hefteyek beriya niha anîbûn Nexweşxaneya Seluum a li Taxa Ezîziyê. Hisnî ku bi eslê xwe ji bajarê Kobanê ye, dê îro bibin Kobanê û li wir defin bikin.
Piştî ku Mehemet Hisnî jiyana xwe ji dest da, hejmara welatiyên ku di 25 û 26’ê Cotmehê de ji aliyê rejîma Sûriyeyê û komên çete ve hatibûn pêkanîn de jiyana xwe ji dest dan derket 30 kesî. Ji 30 kesan 3 zarok 4 jî jin bûn.