Welatiyan nehişt artêşa Tirk derkeve operasyonê!

Welatiyan nehişt artêşa Tirk derkeve operasyonê!

Li herêma Liceya Amedê operasyona leşkerî ku bi tevlêbûna helîkopteran pêk hat, piştî welatî çûn herêmê, leşker ji herêma operasyonê paşve vekişiyan. 

Li herêma Pişê Kevir û gundên Kerwas, Dêrxust, Cinezûr, Sisê serê sibehê bi tevlêbûna gelek leşker û balafiran operasyon hat destpêkirin. Operasyona ku bi piştgiriya helîkopteran serê sibê dest pê kiribû berdewam heta piştî nîvro berdewam kir. Piştî operasyonê dest pê kir Rêxistina BDP'ê ya Liceyê û gelê Liceyê bi maşîneyan çûn herêma operasyonê û xwestin operasyon bi dawî bibe. Dema ku helîkopteran xwest leşkeran li herêmê bi cih bike, welatiyên ku girên mezin xistin kontrola xwe destûr nedan ku helîkopter dakevin jêr û leşkeran bi cih bike. Dema helîkopteran xwest leşkeran dîne xwar, gel bi siloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin û destûr nedan gel. Gelê çûn herêma operasyonê destûr nedan ku operasyon berdewam bike. Li ser berxwedan û bertekên welatiyan leşerên derketibûn operasyonê ji herêma operasyonê paşve kişiyan. Leşkerên ku derketibun herêma operasyonê bi maşîneyên zirxî dîsa paşve kişiyan. Heyeta BDP'ê ku ji rêveberiya bajar a Amede pêk dihat jî gihişt cihê operasyonê. Heyeta BDP'ê û wehatiyên derketibûn herêma operasyonê diyar kirin ku heta leşker ji herêmê dûr nekevin herêmê terk nakin. 

Li gorî çavkaniyen herêmî hat zanîn ku li cihê leşkeran bombebaran pêk anîye beraz hebûn û keriyê barazan hatiye bombebarankirin. 

Di 14'ê Sibatê de jî dîsa li herêma sêgoşeya Lice, Çewlîk û Dara Hênê operasyon pêk hatibu û di operasyona herêma Çeme Elika û Vaşinê de welatîe çûbûn bibûn mertalên zindî û destûr nedabûn operasyonê.