Welatên piştgiriyê didin DAIŞ’ê ber bi eniyê ve tên kaşkirin
Welatên piştgiriyê didin DAIŞ’ê ber bi eniyê ve tên kaşkirin
Welatên piştgiriyê didin DAIŞ’ê ber bi eniyê ve tên kaşkirin
Hemû hevkar û hêzên piştevaniya DAIŞ’ê dikin, li heman maseyê, cinawirê DAIŞ ê li Rojhilata Navîn xwe xwedî dike nîqaş dikin. Tê xwestin di Koalîsyona Navneteweyî ya ku DYA hewl dide ava bike de, dewletên hevkarên DAIŞ’ê jî tevlî bibin.
Obama bi rojane behsa stratejiyeke li dijî DAIŞ’ê dike. Tê payîn ku îro ev stratejî bê aşkerakirin. Ev daxuyanî rastî 13’emîn salvegera roja êrîşa 11’ê Îlonê tê. Tê gotin ku stratejiya ku dê Obama aşkera bike li ser qelskirina DAIŞ’ê tê kirin.
Çavlirê ye Obama li gorî saeta herêmî saet di 21.00’ê de li Qesra Spî aşkera bike. Her wiha Wezîrê Karên Derve John Kerry jî ziyareta xwe ya li Rojhilata Navîn didomîne. Di encama van hevdîtinan de tê gotin ku dê welatên Ereb jî tevlî projeya koalîsyona ‘li dij DAIŞ’ê’ bin.
Hîmê ‘tifaqa li dijî DAIŞ’ê’ ya DYA’yê hefteya buhrî di zîrveya NATO’yê de hat danîn. DYA’yê ji bo vê tifaqê piştgiriya 40 welatî girtiye. Armanc ev e ku pêşî li cîhadiyan bigirin û çavkaniyên fînansiya DAIŞ’ê bê birîn.
ZEHMETIYÊN LI PÊŞIYA PLANÊ
Di pratîkê de di mijara ku ev pêk bê de guman hê hene. Hem li ser DYA ya ku dixwaze koalîsyonê ava bike û hem jî li ser hêzên ku hewl tê dayîn tevlî koalîsyonê bibin guman hene. Ji ber vê sedemê di asta herêmî û navneteweyî de koalîsyona ku hewl tê dayîn ji aliyê DYA’yê ve bê avakirin hinek zehmet tê dîtin. Yek ji sedemên wê eve ku Suudî Erebîstan, Katar û Tirkiyeya ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê tevlî planê tên kirin.
Welatên Yekîtiya Ereban roja Yekşemê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku DAIŞ jî di nav de dê li dijî komên terorîst di nava biryareke hevpar de bin. Di nava welatên Yekîtiya Ereb de welatên aktîf piştgiriyê didin DAIŞ’ê hene. Bi taybet jî Suudî Erebîstan û Katar di eniya pêş de cih digirin.
Wisa xuya ye ku dê rêya DYA’yê bi rêveberiya Beşar El Esad re bibe yek. Di demeke ku Washîngton koalîsyona navneteweyî ava dike de Sefîrê nû yê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstura roja Çarşemê serdana xwe ya yekem li Şamê pêk anî. Mîstura di serdana xwe ya 3 rojan de dê perspektîfên çareseriyê nîqaş bike.
JI DYA’YÊ LI DIJÎ KONSEYA EWLEHIYE PÊŞNÛMEYA BIRYARÊ
Her wiha DYA’yê pêşnûmeya biryarê da hevkarên xwe yên Konseya Ewlehiyê ya NY’ê. Di pêşnûmebiryarê de li dewletên endam li dijî tevlîbûna DAIŞ’ê tedbîrê pêşîgirtinê tê ferzkirin.
Heta niha li bijî banga DYA’yê, Fransa û Îngîlîstan jî di nav de 10 welatan bersiv da. Roja Sêşemê Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan, da zanîn ku di çarçoveya koalîsyonê de dê li dijî çeteyên DAIŞ’ê leşkeran bişîne.
STRATEJIYA BI SÛRIYEYÊ RE BÛ YEK
Hat gotin ku dê Obama li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê dê talîmata êrîşa hewayî bide. Her wiha tê gotin ku dê li Sûriyeyê jî der barê êrîşên hewayî de heman biryar bên dayîn.
Tê payîn ku DYA dê ji bo artêşa Iraqê alîkariya leşkerî zêdetir bike û di vê alîkaiyê de şerta ku hikûmeteke yekîtiya netewî ku Kurd, Sunnî û Şîiyan digire nav xwe bê avakirin, tê pêşniyarkirin. Di 7’ê Îlonê de hikûmeta Iraqê hat avakirin.