Parlamenterên HDP'yî Aycan Îrmez û Feleknas Ûca, gefên şer û ambargoyê yên li Başûrê Kurdistanê tên xwarin, ji ANF'ê re nirxand.
Îrmez destnîşan kir, ku nerazîbûna desthilatdariya AKP/Erdogan a li referandûmê, nîşaneya vekirî ya dijminatiya wan a li destketiyên Kurdan e. Îrmez diyar kir, ku ji tezkereya şer a li Meclîsê pêşkêşî dengdanê hate kirin, koalîsyona faşîzan a sê alî derkete holê û got, "Kurd li ku derê destketiyekê bi dest bînin, mixabin hevkariyê dikin û hewl didin vê destketiyê ji nav bibin. Piştre jî bêyî li ber xwe bikevin radibin dibêjin 'em bira ne'."
Îrmez anî ziman, di dema diyarkirina çarenûsa neteweyan de gava mijar dibin Kurd, hingî hewl didin mijarê krîmînalîze bikin û got, divê tezkereya şer, sewqiyata leşkerî û gefên ambargoyê di vê çarçoveyê de werin nirxandin.
Îrmez wiha dewam kir: "Armanc ji vê tezkereyê û gefên şer ew e, ku vîna Kurdan ji nedîtî ve bên. Dixwazin careke din polîtîkaya înkar û tinekirinê li ser Kurdan ferz bikin. Mîna Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kir çar parçe, di jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de Kurdan ji nedîtî ve bên û mafê gotinê nedin Kurdan."
'EV AGIR WÊ TIRKIYEYÊ JÎ BIŞEWITÎNE'
Îrmez destnîşan kir, ku di şexsê Başûrê Kurdistanê de hewl tê dayin çavê tevahiya gelê Kurd ên li hemû parçeyên Kurdistanê bitirsînin û anî ziman, ya ku bi tezkereyê gef lê tê xwarin, statuya KUrdan e.
Wekîla HDP'yî Îrmez diyar kir, biryara şer a AKP/MHP/CHP'ê ne tenê li dijî Kurdan e, her wiha gefê li hemû gelan dixwe û got, "Eger agir bi malek li Kurdistanê bikeve, ev ê tevahiya Tirkiyeyê bişewitîne. Yên ku li wê derê şer bikin, zarokên siyasetmedarên tezkere derxistine nîne; zarokên malbatên xizan in."
Îrmez bi bîr xist, ku Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke mezin e û wiha dewam kir: "Kurd ne ew Kurdên sed sal berê ne. Bêyî Kurdan êdî maseyek li Rojhilata Navî nikare bê danîn."
'JIN WÊ DESTÛRÊ NEDIN ŞERXWAZIYÊ'
Parlamentera Amedê ya HDP'yî Feleknas Ûca jî destnîşan kir, ku jin wê destûrê nedin şerxwaziya AKP'ê. Ûca anî ziman, desthilatdariya ku Tirkiye kiriye girtîgeheke mezin, niha jî hewl dide Rojhilata Navîn veguherîne qada şerekî giran û got, "Niha krîzeke aboriyê heye. Bi zext û girtinên bêhiqûqî re welat veguheriye girtîgeheke mezin. Rojnamevan, parlamenter, siyasetmedar, hevşaredar girtî ne, şîdeta li dijî jinê di asta herî dijwar de ye."
'MESELEYA KURD BI ŞER ÇARESER NABE'
Ûca ragihand, ku desthilatdariya AKP'ê di şexsê Başûrê Kurdistanê de êrîşî statuya Kurdan dike û diyar kir, ev polîtîkaya hilweşîner bi kêrî kesî nayê. Di dewama axaftina xwe de Ûca got, "Encama referandûma li Başûrê Kurdistanê biryara gel e. Çawa ku xwedî li doza meşrû ya gelê Fîlîstînê tê derketin û hurmet jê re tê nîşandan, bila ji mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe re jî hurmet were nîşandan. Kurd dixwazin çawa bijîn, bila bi wî rengî bijîn."
Ûca da zanîn, ku bi navê tezkereyê prova operasyona dagirkeriyê tê kirin û got, "Ji ber vî mejî, her roj cenaze tên welêt. Halbûkî di pêvajoya aştiyê de xwîn ji bêvila kesekî jî nedihat. Yên ku ji bo xaitrê desthilatdariyê maseya çareseriyê qelibandin û şer sor kirin, niha jî hemû Kurdên li Rojhilata Navîn dikin hedef. Eger ewqasî ji şer hez dikin, bila ne zarokên feqîran, lê zarokên xwe bişînin şer."
Ûca diyar kir ku meseleya Kurd bi şer çareser nabe û got, "Pêwîstiya welêt bi demokrasî, edalet û jiyana bi hev re heye" û bang li desthilatdariya AKP/Erdogan kir ku dest ji polîtîkayên xwe yên kaosê berde.