Wekîlên HDP'î: Divê em bikevin nava liv û tevgerê!

Wekîlên HDP'î bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin û gotin, "Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku dengê girtiyan bilind bike."

Parlamenterên HDP'ê Kemal Bulbul, Huseyîn Kaçmaz, Abdullah Koç, Celadet Gaydali, Şevîn Coşkûn, Feleknas Ûca, Kemal Pekoz, Omer Farûk Gergerlîoglû, Erol Katircioglû û Gulistan Kiliç Koçyîgît, li Meclîsê civîneke çapemeniyê li dar xist û ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê bang kirin.

'DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE'

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku sedema bingehîn a greva birçîbûnê tecrîda li ser Ocalan û girtiyan hemûyan e û got, "Divê tecrîd û bêhiqûqiyên li girtîgehan bi dawî bibin. Bi hezaran girtiyên siyasî îro 50 roj in li dijî bêhiqûqî, tecrîd, êşkence, binpêkirinên mafên mirovan, nêzîkatiyên kêfî û cezayên disîplînê di greva birçîbûnê de ne. Girtî dixwazin sûcên tecrîd û êşkenceyê bi dawî bibin. Girtî desthilatdariyê vedixwinin hiqûq, demokrasî û mafê mirovan. Ev daxwazên girtiyan hemû meşrû, hiqûqî û demokratîk in."

Koçyîgît bal kişand ser binpêkirinên mafan ên Rapora Îmraliyê ya Sala 2020’an a Buroya Hiqûqê  ya Sedsalê û wiha got: "Li Girtîgeha Îmraliyê, mafên Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li giravê ji holê hatine rakirin. Tecrîdeke daîmî li Îmraliyê heye. Pergala Îmraliyê di tu pergala hiqûqî de tune ye. Tecrîd êşkenceya herî giran e. Ev tecrîda li ser Ocalan bi pergalî bûye. Bi vê yekê li dijî mirovahiyê sûc tê kirin. Em baş dizanîn ku desthilatdarî dixwaze xwe bi şer, dizî, talan û dagirkeriyê rêveberiya xwe bixe meriyetê."

Koçyîgît da zanîn ku tecrîd êdî sînorê ji Îmraliyê jî derbas kiriye û ev peyam da: "Bi tecrîdê re pirsgirêkên giran rû didin. Sekna me ya li dijî tecrîdê, aştî, çareserî û daxwaza muzakereyê ye. Em ê her tim di vê polîtîkaya xwe de bi israr bin. Girtî ji aliyekî ve li dijî tecrîdê derdikevin û li aliyê din jî mafên xwe diparêzin. Divê tecrîd rabe û mafên girtiyan bên dayîn."

Koçyîgît bal kişand ser zextên li ser girtiyan û wiha got: "Di raporan de hatiye belgekirin ku girtiyên nexweş nikarin bi serê xwe bimînin. Mirina wan a li girtîgehan ji nedîtî ve tê. Bi dehan gritî terkî mirinê hatine kirin û wekî kêmasî nayê dîtin. Girtiyên siyasî di pêvajoya pendamiyê de ji derfetên paqijiyê bêpar tên hiştin. Desthilatdarî bi lêgerînên tazî rûmeta girtiyan dişkîne. Ji binçavkirinê heta girtinê vê pêkanînê belav dikin. Girtî li girtîgehê bi kamerayan têne şopandin. Dîsa cezayên hucreyê û dîsîplînê li wan dibirin."

Koçyîgit bal kişand ser daxwazên girtiyan û destnîşan kir ku daxwazên girtiyên di çalakiyê de daxwazên wan in.

'DIVÊ EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Koçyîgît bi bîr xist ku li Tirkiyeyê heta niha di grevên birçîbûnê de gelek berdêlên giran hatine dayin, bi sedan mirovî di vê berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane û got, "Herî dawî di greva birçîbûnê de ya sala 2018'an ku li dijî tecrîdê hate kirin û 200 rojî dewam kir, 9 mirovan jiyana xwe ji dest dan. Endamên Grûp Yorûm û parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel ên bi daxwaza darizandina adîl ketin greva birçîbûnê, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di vê demê de desthilatdariyê ti ji soz û berpirsyariyên xwe bi cih neanî. Ya herî girîng jî ji bo jiyanê tiştek nekir. Bêyî dereng bimîne û li rewşa berê venegere, beriya ku mirov jiyana xwe ji dest bidin, weke hêzên muxalefeta civakî em neçar in bikevin nava liv û tevgerê.

Bi navê partiyê me dibêjin, ku berpirsyariya me di vê mijarê de beriya niha nîşan dan, em ê hîn bi xurtî nîşan bidin. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku dengê girtiyan bilindtir bikin. Bendewariya me ne ji desthilatdariyê ye ku vê bêhiqûqî û êrişan dike, bendewariya me ya bingehîn ji hêzên civakî, alîgirên demokrasiyê ye. Jiyana mirovan ji bo me hêja ye, pîroz e. Lewma em bang dikin, dest ji helwestên ku jiyana girtiyan bixe metirsiyê bê berdan."