Wekîlên BDP’ê li ser rêya Îmraliyê ne
Wekîlên BDP’ê li ser rêya Îmraliyê ne
Wekîlên BDP’ê li ser rêya Îmraliyê ne
Parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re hevdîtinê pêk bînin ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Parlementerên BDP'ê Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Altan Tan di çarçoveya hevdîtinên dewlet û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên de ji bo bi Ocalan re hevdîtinên pêk bînin ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin.
Wekîlên hatin Atakoy Marînayê ji aliyê gelek xebatkarên çapemeniya navneteweyî û Tirkiyeyî ve hatin şopandin. Wekîlan pirsên rojnamegeran bê bersiv hiştin û bi keştiya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiya Peravê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ketin. Di destê wekîlan de poşetek hebû.
Pervîn Bûldan ji bo Ocalan tizbîh û pênûs bir, Sirri Sureyya Onder jî pirtûka xwe ya bi navê “Raberkirina Makeqanûnên Welat” ya ku derbarê xebatên makeqanûnê û raporên derbarê wê de hatine nivîsandiye ji Ocalan re bir.