Wekîlê Partiya Çepgir serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir

Parlamenterê Eyaleta Berlînê yê Partiya Çepgir Hakan Taş serdana çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl kir û got, "Daxwazên we daxwazên me ne."

Greva birçîbûnê ya Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl didome. Tûzak 112 roj, Xelîl 99 roj, Kobanê û Bagdûr jî 96 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Parlamenterê Partiya Çepgir ê Eyaleta Berlînê Hakan Taş çû serdana greva birçîbûnê.

TAŞ: DAXWAZÊ WE JÎ DAXWAZÊN ME NE

Taş got, daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên wan in û got, ''Berxwedan jî berxwedana me ye. Lê mixabin hem hekûmeta Elmanya û hem jî yên Ewropayê xwe nebihistî dikin. Jixwe wek ku tê zanîn hikûmeta Tirk hemû serlêdanan red dike.''

Taş diyar kir li gel bêdengiya hikûmetê jî wê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin û got, ''Hûn ê berxwedana xwe bidomînin, em ê jî bibin dengê we. Beriya her tiştî ji bo berxwedanê malavayiyê li we dikim. Bi vê berxwedanê ez hêvî dikim ku tecrîd bişike.''

Çalakgerên greva birçîbûnê jî malavayî li Taş kirin û gotin daxwazên wan daxwazên mirovî ne. Li ser navê çalakgeran Omer Bagdur axivî û got, '''Kesê ku bi qasî serê derziyê nirxê mirovî pê re heye wê destekê bide van çalakiyan. Em bawer dikin ku bi mîsogerî wê çalakiya me encamê bîne, ji bo vê jî divê her kes li vê berxwedanê xwedî derkeve.''

Ji ber salvegera 82'an a qirkirina Dersimê li ber seferata Tirk a li Berlînê çalakiya şermezariyê bi organîzasyona Insîyatîva Azadiya Dersimê hate kirin. Piştî protostoyê komkujiyên dewleta Tirk çalakger bi hev re serdana greva birçîbûnê kirin.