Desthilatdariya AKP-MHP'ê danê sibehê şaedariyên HDP'î yên Îdir, Sêrt, Misric, Hawêl û Altinovayê desteser kir û hevşaredar destgîr kir, li şûna wan jî qeyûm danî.
Polîsên Tirk ku dor li Şaredariya Îdirê girtin, li avahiya şaredariyê lêgerîn kirin. Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk destgîr kirin. Tevî Îdir, Sêrt, Misric, Hawêl û Altinovayê heta niha 45 şaredariyên HDP'î hatine desteserkirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk diyar kir ku ti hinceta ji bo tayînkirina qeyûman nîne û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman çanda desteserkirinê ye.
Eksîk got, "3 partiyên nîjadperest-faşîst blok ava kirin. Ev bloka nîjadperest ji bo Kurd şaredariyan bi dest nexin kete hilbijartinê. Tevî vê yekê jî gelê Îdirê dengê xwe da HDP'ê û HDP bi dengekî bilind bi ser ket. Desthilatdariya AKP-MHP'ê nekarî xwe li vê serketinê rabigire. Çanda zordarî û qeyûman niha ne tenê li Şaredariya Îdirê tê ferzkirin, li ser hemû şaredariyên HDP'ê hatiye ferzkirin.
Eksîk diyar kir ku Îdir xwedî çandeke cuda ye û got, "Encama desteserkirina şaredariyê wê cuda be. Gelê Îdirê wê di hilbijartinê de hesabê vê yekê bipirse. HDP wê dest ji vê yekê bernede, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bidomînin. Em ê ti carî çanda qeyûm qebÛl nekin. Em ê wan ti carî weke şaredar nebînin. Gelê Îdirê wê vê siyasetê ti carî ji bîr neke."