Wekîlê CHP’yî Eren Erdem hate destgîrkirin

Wekîlê CHP’yî Eren Erdem li ser hesabê xwe yê Twîtterê got ew hatiye destgîrkirin.

Erdem got, ‘’Vê kêliyê ez hatim destgîr kriin. Sedema wê nizanim’’.

Erdem ê CHP’yî bi domdarî nivîsî, ‘’Polîsan li ber mala min ez destgîr kirim. ‘’

Hate gotin Erdem li Midûriyeta Emniyetê ya Enqerê tê girtin. Necatî Yilmaz ê CHP’yî jî got wê Erdem bibin Stenbolê.

Dadgeha Cezayê Giran a Stenolê îdîanameya derbarê Erdem, ku di îdîanameyê de tê gotin alîkarî bi avaniya Gulen re kiriye qebûl kiribû. Ji bo Erdem 22 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ji bo dozê her wiha li ser Erdem biryara qedexeya derketina derveyî welat derketibû.