Wekîlê Îranê: 80 ji sedî yê gel di bin sînorê xizaniyê de ye

Wekîlekî Îranê ragihand ku 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di bin sînorê xizaniyê de ye.

Nûnerê herêma Uramanat parlamenter Şahab Naderî encama karê şeş salan ê Kooperatîfan, Wezareta Parastina Civakî û Kar eşkere kir.

Li gorî agahiyên ku di malbata desteya şêwirmendiyê ya meclîsê de cih digirin, Naderî ragihand ku 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di bin sînorê xizaniyê de ye.

Naderî got, "Mezintirîn şîrketên razemeniyê yên welêt, mîna Şasta û fonên teqawîtiyê di destê Wezareta Kar de ne. Lê belê we ti carî nekarîbûn van şîrketan baş bi rê ve bibin."