Wêje sûc e, ziyaretvan sûcdar in!

Wêje sûc e, ziyaretvan sûcdar in!

Girtiyê muebetê Samî Ozbîl yê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê  girtî ye, ji bo bavê xwe yê  nexweşê giran, destûrê bigire û bibîne serlêdan kir lê serlêdana wî aliyê Hemkimtiya Înfazê ya Kocaleliyê hat redkirin.

Lijneya Şopandin û Îdarê ya Girtîgehê bi hinceta ku ‘hukumxwarê bi xeter ’ daxwaza Ozbîl red kir.  Ozbîr ji girtîghê metra biryarê xwest. Lê nedanê.  Ozbîl serî li Hekîmtiya Înfaza Kocaeliyê da û îtîrazê biryarê kir. îtîraza Ozbîl neyînî encam bû, lê sedema redkirina serlêdana xwe jî hîn bû.

XEBATÊN WÊJEYÊ YÊN OZBÎL SUC E

Di biryara Lijneya Şopandin û Îdarê de  tê gotin ku Ozbîl di gireva birçîbûnê ya siyasetmedarên kurd de piştgirî dane û her wiha ji ber di çalakiyên li dijî zextên girtîgehê de cih girtiye ‘têkiliya wî bi rêxistinê re heye’. Her wiha ji bo Ozdîl îdiaya ‘yek ji endamekî bi bandor yê rêxistina terorê ya MLKP’ê ye’ hat bikaranîn û xebatên Ozbîl yên wêjeyê wek sûc hatin dîtin û Songul Akbay ya ku dihat hevdîtina wî jî endamê rêxistinê hat îlankirin.

 SAMÎ OZBÎL KÎ YE?

Samî Ozbîl xwediyê pirtûkê romanê yên wek ‘Soluk Soluga’ û ‘Kan Kurumaz’ û her wiha yên helbestê jî ‘Harman ‘ û ‘Yeralti Suları’ ye.