'Wê ti carî nikaribin pêşî li têkoşîna HDP'ê bigirin'

Delege û aktîvîstên kongreya HDP'ê gotin, li gel zext û êrîşan jî wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dewam bikin.

Kongreya Asayî ya 5'emîn a HDP'ê bi dirûşma 'Çareserî bi me re ye' bi beşdariya bi deh hezaran kesî li Enqereyê pêk hat. Beşdarên kongreyê ew peyam dan ku wê li gel zext û êrîşan jî li dijî polîtîkayên desthilatdariyê têbikoşin.

Kesên ku tevlî Kongreya Asayî ya 5'emîn a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûn, ji ANF'ê re axivîn.

Yagmûr Kavak: Ji bo Kongreya 5'emîn a HDP'ê bi hezaran kes li Enqereyê li hev civiyane. Em li Salona Sporê ya Enqereyê ne û li vir coşeke gelekî mezin heye. Li dijî zilm û zordariya AKP-MHP'ê ya li ser HDP'ê, li hemberî doza girtinê, li hemberî tayînkirina qeyûman li şaredariyan, li hemberî kujerên Denîz Poyraz gel îro li vir li hev kom bûne, ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê bi coşeke mezin hatine vê derê. Li vir qala fikrê 'rêya sêyemîn' tê kirin.

Alî Ozoglû: Ji Fatsayê tevlî kongreyê dibim. Bi horon, bi tûlûm em bi coşeke mezin hatin vê derê. Me heman coş li vê derê jî dît, lewma gelekî kêfxweş bûn. Yên ku dibêjin 'em ê HDP'ê bigirin' bila li vê kongreyê binerin û aqlê xwe bînin serê xwe. HDP gel e gel nikare bê bêdengkirin. Ji Derya Reş heta Edîrneyê, ji Edîrneyê heta bi Qersê, ji Qersê heta Colemêrgê kes nikare vê partiyê bêdeng bike. Hîmên partiya me xwe dispêrin Mazlûm Doganan, Kemal Pîran, Hakî Kareran.

Delegeya HDP'ê Songul Şarkli: Li gel êrîşên li ser partiyê jî tevlîbûneke xurt heye. Ji destpêkê heta dawiyê em ê HDP'ê biparêzin. Berxwedana me wê dewam bike. HDP û kevneşopiya siyasî ya HDP'ê bêçare nîne. Çareseriyên me yên alternatîf teqez hene. Em ê heta dawiyê paratiya xwe biparêzin.

Delegeya HDP'ê Medîha Yuksel: Bi dagirtina vê salonê, bi geşkirina coşa li vê derê me ev peyam dan wan hêzên ku êrîşî HDP'ê dikin: 'Em li vir in, li ser piyan e, bi ti cihî ve naçin'. Bi hêza ji vir wergirtî em ê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têbikoşin.

Delegeyê HDP'ê Bulent Ûygûner: Li gel dozên girtinê û zextê jî HDP'ê bi vê kongreyê careke din nîşan da ku heye û hêzeke civakî ye. Niha salon dagirtî ye. HDP'ê bi vê yekê re careke din nîşanî hêzên herêmî û navneteweyî da ku îradeya çareseriyê ye û gel bi HDP'ê re ye.